Taksim li karkeran qedexe ye ji Hak Îş’ê re serbest e!

img

STENBOL -  Qada Taksimê ku ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li karkeran hat qedexekirin, ji bo Hak -Îş û Sendikayê Xizmetkarên Saglikê serbest e. 

Tevî şertên OHAL'ê û astengiyên li ser karker û kedkaran jî îro bi sed hezaran karker û kedkar dê dakevin qadan û 1'ê Gulanê pîroz bikin. Çîna karker û kedaran û rêxistinên ked û pîşeyî dê 75 Navendan kom bibin û 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê pîroz bike. KESK, DÎSK, TTB û TMMOB dê li Stenbol, Amed, Îzmir, Enqere û Edene jî mîtîngên girseyî pêk bîne. Sendîkayên ku xwestin 1'ê Gulanê li Qada Taksimê pîroz bikin, Qada Taksimê li karkeran hat qedexekirin û îro Taksim bi beriyeran hat dorpêçkirin. Lê li aliyê din qad ji bo Hak -Îş û Sendîkya Xizmetên Saglikê serbest e. Endamên Hak-Îşê hatin qada Taksimê û 1'ê Gulane pîroz kirin. Endamên Hak- Îş'ê li ber Bîrdariya Cumhuriyetê çeleng danîn û çûn.