Bernameyên 1’ê Gulanê yên li bajaran diyar bûn

img

ENQERE - Bernameyên bajaran ên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê diyar bûn. Bi sedhezaran kedkar dê sibe dakevin qadan û daxwazên xwe bînin ser ziman.

Bername û saetên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Cejna Karkeran ên li bajaran diyar bûn. 1’ê Gulanê ya îsal dê dibin êrîş û qedexeyên OHAL’ê de bê pîroz kirin.  Sibe di serî de li Amed, Enqere, Îzmîr, Edene û gel bajarên din karker û kedkar dakevin qadan û 1’ê Gulanê pîroz bikin. Bernameya mîtîngên 1’ê Gulanê yên bajaran wihane:  
 
“ENQERE: Li Qada Tandogan saet 13.00’an. 
 
ÎZMÎR: Li Qada Gundogdu saet 14.00’an.
 
ESKÎŞEHÎR: Li Qada Sihhiye saet 13.00’an.
 
AMED: Li Qada Îstasyonê saet 13.00-15.00’an. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî dê beşdar bibe. 
 
WAN: Li Parka Aştiyê ya Musa Anter saet 11.00’an.
 
EDENE: Li Qada Ugur Mumcu saet 17.30
 
BURSA: Li Qada Stada Ataturkê. 
 
MÊRSÎN: Li Qada Cumhuriyetê saet 17.00’an.
 
ANTALYA: Li Qada Cumhuriyetê saet 14.00’an.”