Li Mêrsînê banga tevlîbûna 1’ê Gulanê

img
MÊRSÎN - Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê, bi armanca tevlîbûna mîtînga 1’ê Gulanê belavok belav kirin.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê, sibe dê li Stadyuma Tevfîk Sirri Gur 1’ê Gulanê Cejna Karkaran pîroz bike. Endamên partiyê û parlamenterê HDP’a Idîrê Mehmet Emîn Adiyaman bi armanca tevlîbûna mîtînga 1’ê Gulanê belavok belav kirin. HDP’î li ber Sîteya Tirmîl Sanayî hatin gel heve, bi dikandaran re sohbet kirin û belavok belav kirin. Adiyaman bang li welatiyan kir ku beşdarî mîtînga 1’ê Gulanê bibin. HDP’î dûre derbasî pazara semta Taxa Guneş a navçeya Akdenîzê bûn û belavok li welatiyan belav kirin û gel dawetî mîtîngê kirin.