Kedkarên Êlihê: Em di govenda demokrasiyê de hev bibînin

img
ÊLIH – Li Êlihê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê xebatên rêxistinên kedê dewam dikin. Nûnerên sendîkayên li Êlihê hemû kesî vexwendin mitîngê û gotin: “Werin em di govenda demokrasiyê de hev bibînin.” 
 
Li Êlihê dê karker, kedkar, saziyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî dê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li ber Stadyuma Bajêr a 16’ê Gulanê li dar bixin. Dê Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen wek axaftvan beşdarî mitîngê bibe. Dê Hîvron, Koma Rosîda, hunermend Egît Işik û koma erbanê ya jinan jî derkevin ser dike û stranan bijenin. Nûnerên  sendîkayên kedê xebatên xwe yên 1’ê Gulanê didomînin û banga beşdariya mitîngê kirin. 
 
'BI DENGEK BILIND EM Ê DAXWAZÊN XWE BÎNIN ZIMAN’ 
 
Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê Necatî Dadak diyar kir ku ew bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê 1’ê Gulanê pîroz bikin û got: “Hemû amadekariyên me dewam dikin. Me destûra fermî girtiye. Em derî bi derî, kolan bi kolan û mal bi mal digerin gel vedixwînin mitîngê. 1’ê Gulanê ji bo me grîng e û xwedî wateyek xwe heye. Em ê bi dengek bilind daxwazên xwe bînin ziman û destûr nedin destkeftiyên me ji dest bên girtin. 1’ê Gulanê remza têkoşîna demokrasiyê ye. 1’ê Gulanê di arîfeya hilbijartinê dê pêk tê. Em ê li dijî OHAL’ê demokrasiyê qîr bikin.” 
 
'EM DI GOVENDA DEMOKRASIYÊ DE HEV BIBÎNIN’ 
 
Hevserokê Şaxa SES’ê ya Êlihê Denîz Topkan jî destnîşan kir ku ew di arîfeya hilbijartina zordest de xwe ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê amade dikin û wiha got: “Rejîma yek zilamî ya ji xwezayê heta fabrîkayan ku mudaxele dike dê di 24’ê Hezîranê de bê dengdayînkirin. Ji ber vê yekê 1’ê Gulanê ji bo karker û kedkaran hin bêtir girîng e. 1’ê Gulana îsal dê bibe destpêka demokrasiyê. Ji bo em ji rejîma yek zilamî re bêjin na û ji zordestiya li ser hemû qadên jiyanê re bêjin na, divê em di 1’ê Gulanê de li qadan bin. Em ê bi dengek bilind daxwaza demokrasiyê li Êlihê qîr bikin. Em di 1’ê Gulanê de li govenda demokrasiyê hev bibînin. Em hemû gelê Êlihê vedixwînin pîrozbahiya 1’ê Gulanê.” 
 
'EM DI 1’Ê GULANÊ DE JI KEDXWARIYÊ RE BÊJIN NA’ 
 
Serokê Şaxa Petrol-Îş’ê Şehmus Kaygusuz jî anî ziman ku dê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bersiv bide hemû polîtîkayên şaş ên hikûmetê û qirîza aborî û ev tişt got: “Ji ber vê yekê di serî de li Êlih û li her deverê qadên 1’ê Gulanê tije bibin û xwedî li vê rojê derkevin. Yek ji pirsgirêka bingehîn a xebatkarên petrolê polîtîkaya bihabûnê ye. Lazim e li dijî hemû kedxwarî û neheqiya her kes berê xwe bide qadên 1’ê Gulanê. Çawa ku gelê Êlihê di Newrozê de qadê tije kir pêwîste di 1’ê Gulanê de jî qadê tije bike.” 
 
MA / Metîn Yoksu