Xwendekaran piştgirî dan karkerên Zanîngeha Egeyê

img
ÎZMÎR - Çalakiya karkerên bi hinceta “Lêpîrsîna ewlekariyê” ji Zanîngeha Egeyê hatin avêtin berdewam dike. Xwendekarên Zanîngehê û Sendîkaya Tenduristî-Îş bi armanca piştevaniyê, çalakger ziyaret kirin. 
 
Çalakiya karkerên Zanîngaha Ege yên bi hinceta “Lêpirsîna ewlkariyê” ji Zanîngehê hatin avêrtin berdewam dike. Xwendekarên Zanîngehê û Sendîkaya Tenduristî-Îş bi armanca piştevaniyê, çalakger ziyaret kirin. Serokê Şaxa Tenduristiyê-Îş a Îzmîrê Adem Seriçomak, bal kişand ser piştevaniya xwe ya bi karkeran re û wiha got: “Em dixwazin li vir peyama em piştgiriyê didin karkeran bidin.”
 
Xwendekarê Beşa Felsefê ya Zanîngah Egeyê Çayan akbiyik jî, diyar kir ku ji kar derxistin bêmafiye û wiha axivî: “Ev polîtîkayên biçûk ên Zanîngeha Egeyê ne. Berê wisan li xwendekaran jî kiribûn. Wê demê jî me li ber xwe da. Îro ev karker jî li ber xwe didin. Erka me ewe ku em xwedî li berxwedana karkeran derbikevin.” 
 
'EM TIM LI GEL WENE’
 
Xwendekara beşa Rojnamegertiya Zanîngeha Egeyê Eylem Batur jî karkerên ji kar hatin avêtin bi salan ked dan û wiha got: “Bê mafiyê li karkeran dikin. Tenê li Zanîngeha Egeyê 450’î karker ji kar hatin avêtin. Em tim li bel karkerane. Divê ev bêmafî ji holê rabe.”
 
‘PATRONÊN ZANÎNGEHAN ZAROKAN NADIN XWENDIN’
 
Serokê Şaxa Hejmara 7 a DÎSK Genel-Îş a Îzmîrê EKmal Koroglu jî, anî ziman ku patronên Zanîngeha Egeyê nahêlin zarok bixwînin û karker bixebitin.