Di nava du rojan de benzîn û mazot buha bûn

img

STENBOL - Li Tirkiyeyê di nava 24 saetên dawî de cara duyemîn buhayê mazot zêde bû. Duh jî buhayê mazotê li seranserê Tirkiyeyê 17 kurîş zêde bû. Li gorî daxuyaniya PUIS’ê îro jî 13 kurîş li buhayê mazotê zêde bû.

Bi îdîaya ku buhayê petrola Brentê gihîştiye asta 73 dolaran mazot dîsa hat zêdekirin. Li gorî daxuyaniya Sendîqeya Kardêrên Berhemên Petrolê (PUIS) 13’ê Nîsanê ji roja înê pêve wê buhayê mazotê 13 kurîşan were zêdekirin. PUIS’ê diyar kir ku di buhayê benzînê de tu guherîn tuneye.
 
Di 11’ê Nîsanê de jî li Tirkiyeyê 17 kurîş li buhayê mazotê zêde bû.