Krîzê li zêrkeran jî xist!

img

MÊRSÎN – Qûra dowîz û zêdebûna buhoyên zêran bandor li sektora zêrkeran jî kir. Zêrkeran anî ziman ku di piyaseyan de tirs û panik heye û xwestin demildest Rewşa Awarte bi dawî bibe. 

Zêdebûna dowîz û zêran bandoreke neyînî li sektora zêrkeran jî kir. Zêrkerên Mêrsînê diyar kirin ku hêza kirînê ya welatiyan kêm bûye û panîk û tirs piyaseyan rapêçaye. Zêrker Înan koç, bi lêv kir ku nediyariya siyasî û aborî tesîrê li wan dike û ji ber polîtîkayên aboriyê yên hundurîn û derve hevsengiya aboriyê xera bûye. Koç got: “Ji ber zêdebûna zêr girêdayî dowîzê ye her diçe zêde dibe. Sedema vê yekê jî; em ne civakek hilberîner in, em civakeke xerîdar in. Em her tiştî îthal dikin. Ev yek bandorê li dowîzan dike. Divê demildest dawî li vê rewşê bê û hilberîn bê pêşxistin.” 
 
Koç ku got “Di çanda me de di dawetan de pêvekirina zêr heye û girîng e. Lê ji ber ku fiyetên zêran zêde bûne, hêdî hêdî ev edet diqede” bi lêv kir ku êdî mirov nikarin pelikan (zêrên biçûk) jî bikirin. Koç, destnîşan kir ku kesên daweta xwe dikin, piştî dawetê zêrên xwe difiroşin û got: “Mesela di çanda me de setndina setan heye. Lê ji ber bihabûna fiyetên wan êdî mirov dev ji vê edetê jî berdidin. Niha serdema dawetan e, lê li cem me liv û tevgerînek tune ye. Emrê sektora zêrkeriyê ne dirêj e. Her diçe di zêrkeriyê de yekdestîbûn çêdibe.” 
 
Koç, anî ziman ku mesrefên wan ên dikan û akrkeran salê di navbera 60-70 hezar lîreyî de ye û got: “Hin hevpîşeyên me ji ber edeta malbata wan e li ber xwe didin ku dewam bikin. Lê ev yek heta dereke diçe. Divê demildest rewşa aboriya welat baş bibe. Divê îktîdar çareseriyeke mayînde peyda bike. Rewşa Awarte zaf bandorê li me dike. Eger li welatekî nediyarî zêde be, ne turîst ne jî veberhênanên biyanî tên wî welatî. Rewşa Awarte çiqasî dirêj bajo, dê ewqasî jî bandoreke neyînî li me bike. Divê îktîdar demildest dev ji vê yekê berde û dawî li rewşa Awarte bê.” 
 
‘KRÎZ KÛR DIBE’ 
 
Bulent Kaya jî diyar kir ku 30 sal in ew li Mêrsînê zêrkeriyê dike, lê belê di salên dawî de hêza kirînê zaf daketiyê. Kaya got: “Li gor fiyetên zêran orf û edetên me şikil digirin. Sedema vê yekê jî kûrbûyîna krîza aborî ye. Berê hevjînên hev pereyên qezenc dikirin dihatin cem zêrkeran dikirin zêr. Lê belê êdî neqezenckirina wan bandorê li em jî dike. Divê çareyek ji vê rewşê re bê dîtin.”