Wanî: Zema herî zêde li bêaramiyê tê kirin

img

WAN – Ji ber zemên ku her roj tên kirin êdî welatî nikarin debara xwe bikin. Waniyan destnîşan kir ku ya ku dibe sedema krîza aborî şer e û gotin: “Pereyên ku pê tang, top, çek, barûd û balafir tên kirîn dibin sedema bê aramiyê. Niha zema herî zêde li bêhuzûriyê tê kirin.” 

Ji ber zemên ku her roj tên kirin êdî welatî nikarin debara xwe bikin. Waniyan destnîşan kir ku ya ku dibe sedema krîza aborî şer e û bertek nîşan dan.
 
'ÊDÎ EM NIKARIN LI ZAROKÊN XWE BINERIN’ 
 
Haci Şukru Akdoga, diyar kir ku 20 sal in ew cotkariyê dike û rewşa aboriyê ew rewş e ku êdî em nikarin li zarokên xwe binerin. Akdogan, anî ziman ku ew sewalvaniyê dike, lê belê pereyê mazotê pê re tune ye ku heywanên xwe bibe meydanê Akdogan, got, mirov ji sibehê heta êvarî dixebitin lê 10 lîreyî jî qezenc nakin û domand: “Her diçe debar zehmet dibe. Bi ser de jî zem çê dibin êdî em nikarin pişta xwe rast bikin. Eger wisa dewam bike, wê rewşa me xirabtir bibe.” Akdogan diyar kir ku çend roj berê ew çûye bazarê 8 kîlo fêkî kiriye, lê 80 lîre daye. Akdogan got: “Ez vî 80 lîreyî di şert û mercên zehmet de qezenc dikim.” Akdogan bi lêv kir ku, êdî mirov nikarin alvêrê bikin, çimkî di bêrîka mirovan de pere tune ye. 
 
‘XELA Û TIRS HEYE’ 
 
Huseyîn Akdag jî diyar kir ku 30 sal in ew esnaftiyê dike û her tişt gitêdayî sotemeniyê ye. Akdag, bi lêv kir ku dema sotemenî bê zemkirin ev yek tesîrê li her tiştî dike. Akdag got: “Dolar serî berdaye. Eger di warê aborî de karker, kedkar û xebatkar di zehmetiyê de bin, nexwe rewşa tu kesî nebaş e. Kîloya goşt bûye  lîre û êdî mirov nikarin goşt bixwin. Êdî xela heye. Lê belê kes li hemberî vê deng dernaxîne. Çapemenî jî nûçeyên di vê der barê de çênake. Fiyetê mazotê  lîre derbas kir, lê mirov dibêjin ‘em vê yekê bilêv bikin wê sûc be an jî em ê bên girtin?’ Ji ber van zeman gel perişan bûye. Her tişt tê zemkirin. Lê belê herî zêde jî bêhuzûrî tê zemkirin. Li tu derê araamî tune ye, çimkî şer heye. Binçavkirin, girtin û kuştin hene. Di sala dawî de bi hezaran mirov hatin girtin.Yanî li devereke ku aramî û bawerî tune be, her tişt bi pirsgirêk e.” 
  
'MA EZ Ê 300 MIYÎ LI KUDERÊ BIÇÊRÎNIM?’
 
Akdag diyar kir ku tekane çareserî nêvengeke aramiyî ye û got: “Li Wanê ji bilî sewalvaniyê tu karekî ku em bikin tune ye. Lê belê hema bêje hemû zozanên me hatine qedexekirin. Tew Wezîrê Çandiniyê dibêje ez ê 300 miyî bidim. Hadê em bêjin mî dan, lê em ê li kuderê biçêrînin? Li kîjan zozanê? Hemû zozan qedexe ne. Her tişt bi aramiyê pêkan e. Eger aramî çêbibe, em ê karibin biçin zozanan, bax û baxçeyê xwe. Wê bi vî awayî aborî jî baş bibe.” 
 
Welatiyê teqawidbûyî Abdûllah Hakan jî, diyar kir ku sedema krîza aborî nêvenga pevçûnî û şer e û got: “Eger li cihekî şer û pevçûn hebe, aramî tune ye. Sedema rewşa aborî şer e. Serokomar her roj dibêje ‘Nizanim me 4 hezar mirov kuştin.’ Lê belê rojekê dibêje ‘ez bûm wesîleya jiyana 20 hezra mirovî.’ Ne ku em ê çawa mirovan bikujin, divê em nîqaşa em ê çawa bidin jiyandin bikin.” 
 
‘TANG, TOP Û ÇEK’ 
 
Hakan, bi lêv kir ku ew her meh hezar û 300 lîreyî distîne û difikire ku ew ê çawa debara malbata xwe ya 6 kulfetî bike. Hakan got: “Ez ê bi vî pereyî çawa debara mala xwe bikim. Sedema vê yekê şer e. Pereyên ku pê tang, top, çek, barûd û balafir tên kirîn dibin sedema bê aramiyê. Eger vî pereyî bidin mirovan, wê krîza aborî biqede. Ji ber vî şerî em nikarin biçin zozanên xwe. Eger zozanên me serbest bûna, deqeyekê jî li bajêr nedisekinîm. Min ê heywan bikiriyana û biçûna zozanan. Hem wê aboriya min baş bûna hem jî wê aboriya dewletê. Lê belê li gund û zozanan ewlehiya me tune ye. Ji ber wê em nikarin biçin.” 
 
Karker Abdûllah Kaya jî, diyar kir ku ji ber krîzê perişan bûne û got: “Zewicandî me û 2 zarokên min hene, di kirê de me. Li cihê kar rojê 17 saetan dixebitim lê di biniya meaşê kêmtirîn de distînim. Berê bi hezar lîreyî dixebitîm û min bi rihetî bi vî pereyî debara xwe dikir. Bi ser de aram û bextewar bûm. Lê niha dema ji bo alvêrê dertêm, bi zorê bi du poşetan vedigerim. Zemê li meaşê kêmtirîn jî dikin, lê bi kevçiyan didin bi çoçikan distînin. Êdî em dixwazin rewşa me baş bibe.” 
 
MA/ Mahmut Ruvanas