Di serdema AKP'ê de cînayetên kar 7 qat zêde bûn

img

AMED - Seroka Şaxa sendîkaya Genel Îş'ê ya Amedê Zeynep Demîr, diyar kir ku di serdema îktîdara AKP'ê de cînayetên kar 7 qat zêde bûne. Demîr, anî ziman ku ev yek bi guhertina zagonan û karê hemaliyê zêde bû. 

Li gori rapor û daneyên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), cinayetên kar meh bi meh zêde dibin. Tenê li gorî meha Sibatê 123 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Têkildarî zêdebuna cînayetên kar Seroka Şaxa sendîkaya Genel Îş'ê ya Amedê Zeynep Demîr, diyar kir ku di serdema îktîdara AKP'ê de cînayetên kar 7 qat zêde bûne. Demîr, anî ziman ku ev yek bi guhertina zagonan û karê hemaliyê zêde bû. Demîr, anî ziman ku Zagona Tendurîstî û Ewlehiya Kar a hêjmar 6331'an ku ji aliyê hikûmetê ve hat derxistin ji parastina mafê karkeran dûr e. Demîr, anî ziman ku pirsgirêka karkeran bêtir aloz kiriye. Demir, anî ziman ku piştî îktîdara AKP'ê zagona hêjmar 4857'an hat derxistin, kar arizî kirin û pergala taşaron û hemalan xistin meriyetê. Demîr, da zanîn ku bi vê guhertina destê kar cînayetên kar 7 qat zêde bûn. Demîr, destnîşan kir ku zagona hêjmar 6331'an a ewlehî u tenduristiya kar her çend di serî de hat îdîakirin ku dê gelek pirsgirêkên tenduristî û ewlehiyê çareser bike jî lê bêyî ku bi karker, sendîka û patronan re hevdîtin bike, bêyî pêşniyar û rexneyên wan bigire ev zagon xistin meriyetê. Demîr, da zanîn ku ji ber venêrtina kar tune û berbersiyar nayên cezakirin hêjmara cînayetên kar zêde dibe. Demîr, da zanîn ku navendên perwerdehiyê jî bûne qada rantê û wiha got: "Di facîaya Soma de 301 karkerên kanê mirin. Li vir xuya bû ku venêrtin tune ye. 
 
Demîr, da zanîn ku piştî pergala taşeronbûnê her tişt tev li hev bûye û ewlehiya kar nemaye. Demîr, da zanîn ku polîtîkaya bê sendîkabûnê pêş dixin û naxwazin ku karker mafê xwe yê sendîkayî û kar biparêzin. Demîr, da zanîn ku karkerên dibin sendîkayî ji kar tên avêtin û bi vê yekê rê li pêş wan digirin ku mafê xwe nikaribin biparêzin."