Aborîzan Ari: Krîz li ber derî ye

img

ÎZMÎR –Aborîzan Aydin Ari, diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên strukturel (binyadî) ên welat ber bi krîzên 1994 û 2001’ê  de dibin hene. Ari bi lêv kir ku wê bi tesîreke siyasî yan jî aborî krîz veguhere tiştekî berdewamiyî. Ari destnîşan kir ku eger krîz çê bibe wê betalî bêtir bibe, heqedest kêmtir bibin û fiyet zêde bibin. 

Aborîzan Aydin Ari, ji ber ku danezana “Em ê nebin hevparê vî sûcî” îmze kir ji Zanîngeha Dokûz Eylulê hat îxrackirin, rewşa aborî ya heyî ya Tirkiyeyê nirxand. Ari, destnîşan kir ku pirsgirêkên struktrule (binyadî) ên aboriya Tirkiyeyê hene. Ari bi lêv kir ku nîşaneyên krîzên sala 2001 û 2008’an niha jî xwe didin der. 
 
Ari, diyar kir ku zêdebûna Dolar û Euro tê wateya bêqîmetbûyîna Lîreyê Tirkiyeyê. Ari got, Tirkiye ji bo berekî îthal bike, mecbûr dimîne ku gelek beran îxrac bike. Ari, anî ziman ku liv û tevgera kura dowîzî kêmasiya di warê bazirganiya derve de zêdetir dike. Ari destnîşan kir ku sedema sereke ya çelqbûyîna aboriya Tirkiyeyê ji ber pirsgirêkên strulktrul e. Her wiha Ari bi lêv kir ku mirov dikare liv û tevgerên spekulatîf jî li van pirsgirêkên strukturel zêde bike. 
 
‘XIRABTIR DIBE’
 
Ari, kêmasiya bazirganiya derve ya meha borî bi bîr xist û got: “Nîşaneyên aboriyê, betalî û hilberîneriyê nîşan didin ku ji yên sala 2017’an xirabtir in. Liv û tevgera spekulatîf a di warê qûrên dowîzî de xwe dide der, piranî jê ji ber pirsgirêkên strukturel xwe didin der. Dema hin nîşaneyên der barê sedemên strukturel xwe bidin der liv û tevgerên spekulatîf çê dibin û jixwe tişta sereke çêbûna liv û tevgerên spekulatîf e. Yanî wê wisa biçe, divê wisa biçe. Çimkî di warê avaniya aboriyê de başbûyînek tune ye. Wê di vî warî de jî berdewam bike. Ev liv û tevgera ku ji ber avaniya aboriyê xwe dide der, wê heta demekê jî kêşûvekêliyan bike. Lê meseleya sereke pirsgirêkên avaniyî ne û ev yek hîn jî ber bi nebaşiyê ve diçin. Yanî wê qûr hîn zêdetir bibin. Li Tirkiyeyê hilberîn kêm e, fiyetê zêde ne, rêjeya betaliyê zêde ye, enflasyon zêde ye, heqdest kêm in… Taliyê betaliyeke zêde, fiyetên zêde û heqedestên kêm bandorê li kedkar û karkeran dike.” 
 
 ‘DIBE EM BER BI KRÎZÊ VE BIÇIN!’ 
 
Aborîzan Ari, destnîşan kir ku niha li Tirkiyeyê hemû pirsgirêkên krîzên 1994 û 2001’ê têbor in û li gor wî krîz li ber derî ye. 
 
Ari, bi lêv kir ku ji bo ev krîz bên hişyarkirin pêdivî bi şokeke ekstreyî heye; ew jî şoka krîza siyasî yan jî ya aborî ye. Ari got: “Dema ev yek hebin, bi rihetî em dikarin ber bi krîzekê ve biçin. Pirsgirêkên strukturel ên bûn sedema krîza 2001’ê niha jî hene. Jixwe aboriya Tirkiyeyê ji sala 2008’an ve bi van rîskan re tim rû bi rû ye. Ji sala 2008’an ve nêvengeke krîzê heye. Aboriyeke ku qet hilberînê nake, enflasyona wê zêde ye, heqdestên wê kêm in, betaliya wê zêde ye, zêde girêdayî derve ye û rêjeyên wê yên faîzê zêde ne heye. Yanî ne aboriyeke ku berdewamker e. Tenê rewşeke bandoriyî bes e.” 
 
Aborîzan Ari, destnîşan kir ku ne pêkan e ku aboriyeke bi vî rengî di demeke kurt û wadeyeke navîn de baş bibe û divê ji bo demeke dirêj bi awayekî cidî tevdîran bigire. 
 
MA / Ahmet Kanbal