Cotkaran li Samandagiyê: Em heta qirikê di nav deynan de ne

img

HATAY - Cotkarên Samandagiya Hatayê ji rewşa heyî nerazî ne. Cotkaran got ew heta qirikê di nav deynan de ne û her sal dibêjin xwezî bi par. 

Ji ber polîtîkayên şerî yên hikûmetê, li welat rewşa abaoriyê ne tu rewş e. Sektora çandiniyê hema bêje qediyaye û her wiha cotkar jî heta qirikê di nav deynan de ne. Cotkarên li navçeya Samandagi ya Hatayê, anîn ziman ku lêçûnên wan zêde ne, lê belê dahata wan jî ewqasî hindik e. Cotkarên li Taxa Tepebaşiyê cotkariyê dikin, bi lêv kirin ku ew heqê mesrefên xwe jî dernaxînin. 
 
‘EM HETA QIRIKÊ DI NAV DEYNAN DE NE' 
 
Gulay Elmas, got tenê çavkaniya wê ya debarê baqil û hêşînahiyên ku ew datîn ne û ew wan jî di şert û mercên zehmet de datînin. Elmas ku got "ew heta qirikê di nav deynan de ne" bi lêv kir ku ew beramberiya keda xwe jî bi dest naxin. Elmas ev tişt gotin: "10 salin ez vî karî dikim. Ji serê sibehê heta êvarî li nav zeviyan dixebitim. Em bi awayekî baş li wan dinerin. Lê belê tu beramberiyeke wê jî tune ye. Bi taybetî jî 2 salin em tu tiştî jî bi dest naxin. Di salên destpêkê de me qevda bexdenûzê bi lîre û nîvê bû, îsal bûye 20 quriş. Zemkirina derman û sotemeniyê pişta me şikand. Dermanê wê ye, sotemeniya wê ye, karkeriya wê ye... bi tu awayî heqê xwe dernaxîne. Êdî debar pir zehmet bûye. Em di nav deynan de mane, nikarin derkevin. Her ku di nav deynan de em xwe tev didin em noq dibin. Heke wisa bidome em ê dev ji vî karî berdin." 
 
Cotkar Harûn Balikçi jî destnîşan kir ku krîza aborî bandor li wan jî kiriye û got: "Salên çûyî kîloya îsotê bi 8 lîreyan bû, îsal daketiye 2-3 lîreyan. Rewşa cotkaran ne tu rewş e. Zemkirina derman û sotemeniyê rewşa me xerabtir kir. Em di nav deynan de mane." 
 
‘REWŞ NE TU REWŞ E' 
 
Cotkar Îbrahîm Dûrgûn jî got ew deynên xwe bi deynen didin û ev tişt gotin: "Rewşa cotkaran niha qet nebaş e. 60 hezar lîre deynê min heye. Ez 4 zarokan didim xwendin. Bi zorê em li ser piyan disekinin. Her diçe rewşa cotkaran xerabtir dibe." 
 
Cotkar Mehmet Balikçi jî got dewlet tu destekê nade wan û wiha domand: "Baqilên ku em li vir diçînin kîloya wan bi lîreyekê ye, lê li Stenbolê 5 lîre ye. Dema rewş ev rewş be ma wê cotkar çawa qezenc bike? Qutiyeke biçûk a dermanan bi 120 lîreyî ye. Lê kîloya firingiyan bi lîreyekê ye. Ji bo mirov dermanekî çandiniyê bikire divê herî kêm 150 kîlo firingî berhev bike û bifiroşe. Va hûn dibînin hesabekî biçûk tenê jî rewşa ku cotkar têde ne diyar dike. Hikûmet dibêje 'hilberînin hilberînin', lê ji bo vê jî tu derfetî ji bo cotkaran peyda nake. Em jî dixwazin hilberînin û beramberiya wê bistînin, lê belê tu beramberiya wê tune ye." 
 
MA / Nurhan Kuzu