HDK: Em karkerên Metalê tenê nahêlin

img

STENBOL -  HDK'ê piştgirî da karkerên Metalê yên di 2'ê Sibatê de dest bi grevî bikin û diyar kir ku dê bi daxuyanî û çalakiyên xwe nîşan bidin ku kedkarên Metalê ne bi tenê ne. 

Rêxistinên Turk Metal, Metal-Îş a Yekbûyî û Çelîk Îş Metal ji ber ji pêvajoya  TÎS'ê ya 130 hezar karker eleqeder dike encam derneket, biryara grevê girt. Sendîkaya Pîşesazên Metal a Tirkiye (MESS) jî biryara lokavt (ku karkeran ji kar dûr bixe) girt. Ger ku encam dernekeve dê di 2'yê Sibatê de dest girevê bikin. Lijneya Wezîran jî bi hinceta “Ewlehiya Neteweyi" biryara 60 rojên kar taloqkirina grevê stendin. Ger ku îro û sibê di hevdîtinên bi MESS'ê re encam dernekeve dê karkerên Metalê di 2'ê Sibatê de dest bi grevê bikin. 
 
Meclîsa Kedêya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), daxuyanî da û diyar kir ku ew li cem karkerên metalê ne û dê piştgiriyê bidin wan. 
Endama Meclîsa Kedê ya HDK'ê Oya Oznur, diyar kir ku karkerên metalê bi taybetî 2 salin tevî ku sektora metalê mezin dibe jî keda wan tê xwarin û heqê xwe nastînin. Oznûr, diyar kir ku Sendîkaya Patronan MESS, li dijî biryara karkerên metalê ya grevê dê biryara lokavtê bidin û ev yek zêde bandorê li ser biryara çalakiya karkeran neke. 
 
EM DÊ LI CEM KARKERAN BIN
 
Oznur, anî ziman ku ger di 2'ê Sibatê de karker di Peymana Komî ya Kar de li hev nekin karker dê mafê xwe yê grevê pêk bînin û wiha got: "Em jî wekî HDK'ê dê bi daxuyanî û çalakiyên xwe nîşan bidin ku kedkarên Metalê ne bi tenê ne. Em wekî HDK'ê biryar çi dibe bila bibe dê her dem bi karkeran re di nava piştevaniyê de bin. Em dê ziyaretên piştgiriyê bikin. Em dê bi çalakî û daxuyaniyên xwe nîşanî rêxistina de patronan MESS'ê bidin. Ger ku 130 hezar karkerên metalê dest bi çalakiyê bikin, bê bandorek mezin li ser hilberîna sektora metalê bike. Divê patronên metalê ji vê yekê bitirsin. Ji ber vê yekê em dixwazin heta 2'ê Sibatê daxwaza karkeran pêk bînin. "