‘Şert û merc çi dibin bila bibin em ê dev jê bernedin'

img

ÎZMÎR –  Karkerên tevî Mahîr Kiliçê ku ji bo vegere ser karê xwe 70 roj e li ber şaredariyê di greva birçîbûnê de ne wiha gotin: "Şert û merc çi dibin bila bibin, heta em encamê bi dest nexin em ê dev jê bernedin." 

Karkerên ku ji bo kadrobûyînê doz li Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê vekirin, piştî di dozê de bi ser ketin şaredariyê ew ji kar avêtibûn. Mahîr Kiliçê û 7 hevalên wî ji bo vegerin ser karê xwe 70 roj e li ber şaredariyê di greva birçîbûnê de ye. Heta niha Kiliç 17 kîlo winda kirine û ji ber serma girtiye wê 2 rojan çalakiya xwe li malê bidomîne. Karkerên din jî ji bo vegerin ser karê xwe, bêyî guh bidin ba û baranê li ber şaredariyê çalakiya xwe didomînin. 
 
Karker Bariş Kaya yê ji kar hat avêtin, diyar kir ku şert û mercên hewayê bandorê li wan dikin û wiha got: "Ji ber em ji çandeke berxwedêr tên, şert û merc çi dibin bila bibin, heta em encamê bi dest nexin em ê dev ji çalakiya xwe bernedin." Kaya bi lêv kir ku sekn û nêrîna patronana a li hemberî karkeran qet neguheriye û wiha domand: "Dibînin, lê xwe li nedîtiyê datînin, xwe li nebihîstinê datînin, bersivê nadin. Tevî em mafdar in jî, rayedar veguherîne dîwaran. Şaredar Azîz Kocaoglû her sibeh me dibîne, lê li paş xwe jî nanêre û diçe. Tiştên Kocaoglû dike, kesên niha welat bi rê ve dibin dikin. Îktîdareke ku karkeran, kedkaran, bindestan nabîne heye. Şaredarî jî texlîda wê dike." Kaya got hevalê wan Mahîr Kaya 70 roj in di grevê de ye, lê belê ji ber nerihet e wan xwestiye çend rojan li malê be û wiha got: "Mahîr bi biryar e, bi israr dixwaze were qadê. Em tim kontrolên wî dikin. Niha ya herî girîng tenduristiya Mahîr e." 
 
'ME EV YEK HEQ NEKIRIBÛ'
 
Elîf Eser Esen jî, bi bîr xist ku piştî xebateke 25 salan bi îdiaya berdariyê ji kar hatiye avêtin û wiha got: "Hûn ewqasî kedê didin, lê nişkave ji kat tên avêtin. Tu hevalên me ev yek heq nekiriye." Esen diyar kir ku ew mafdar in û ew ê bitêkoşin. Esen bi lêv kir ku rewşa 258 karkerên ji şaredariyê hatin avêtin jî heman rewş e û desteka raya giştî wan hêzdar dike û ew dixwazin sendîka jî tev bigerin. Esen destnîşan kir ku teqez ew ê bi ser bikevin. 
 
Karkera bi navê Seval Gunduz jî anî ziman ku mafê her karkerî ye ku bibe kadro û avêtina xwe ya ji kar şiband derxistina ji malê. Gunduz got ku 25 salan xebitiye û rojekê jî teblîxata derxistina kar ji wê re nehatiye û wiha got: "Hema bêje ez di şaredariyê de mezin bûm. Ev der mala min e. Bêyî hincet ji kar hatim avêtin. Her kes heyirî." Gunduz got ku heta ew vegerin ser karê xwe ew ê li vir bin û şert û merc çi dibin bila bibin ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin. 
 
MA / Ayşe Surme