Êdî xwarina penêrê Wanê luks e!

img

WAN - Penêrê Wanê yê li ser taştiyên sibehê kêm nabe, li gorî sala çûyî buhayê wê ji sedî 50 zêde bû û derket 30 TL'yî. Ji ber ku buhayê penêr zêde ye welatî nikarin bikirin. Esnafan diyar dikin ku sedema zêdebûna buhayê penêr qedexeya zozanan u kêmbûna sewalkariyê ye.

Piştî pêvajoya çareseriyê li Tikiryeyê qediya, dewletê gelek zozan û herêmên Kurdistanê qedexe kirin, ji hêlekê ve jî nîqaşên goştê îthal, buhabûna ka û êm jî pişta cotkar û sewalkaran şikand. Li gundan jî êdî wekî berê sewalkarî nayê kirin, ji ber wê jî berhemên ji sewalan tê girtin, kêm dibin.
 
Bajarê Wanê yek jî bajarên Kurdistanê yê ku herî zêde pez û dewar lê tê xwedîkirin. Ji ber polîtîkaya şer a dewletê, sewalkarî jî zerareke mezin dibîne. Ji ber sewalkarî kêm dibe, berhemên wekî penêr, toraq, rûnê nivîşk û mast her ku diçin kêm dibin.
 
GEL NIKARE BIKIRE, ESNAF NIKARE BIFROŞE
 
Bajarê Wanê bi taştê û penêrê xwe navdar e, her ku diçe buhayê penêr zêde dibe gel jî di warê kirînê de tengasiyan dikişîne. Welatî nikarin penêr bikirin, esnaf nikarin berhemên xwe bifiroşin. Ji vê rewşê herî zêde esnafên li Sûka Penêrvanan a Wanê bandor dibin. Li bajêr krîza aborî tê dîtin. Esnafên li Sûka Penêrvanan gotin ku "Hûn lênûskeke 70 rûpelî ji me re bînin em ê nikaribin derdê xwe binvîsin."
 
'ÊDÎ SEWALKARIYÊ NAKIN'
 
Esnafan aşkera kir ku lîtreya mazotê 5 TL ye, kîloya kayê deketiye 1 TL'yî û ji ber nîqaşên goştên îtalî, sewalkarî li herêma wan gelekî qels bûye. Penêrê sala çûnî bi 20 TL'yî difirotin, îsal bi 30 TL'yî difiroşin, sedema vê jî bi kêmasiya sewalkariyê ve girêdan. 
 
'DIVÊ COTKARÎ BI HÊZ BIBE’ 
 
Esnafê Sûka Penêrvanan Şirîn Baba diyar kir ku hejmara sewalên li Wanê kêm bûye û ev tişt got: "Ji ber ku êmê sewalan buha ye, welatî penêr jî buha difiroşin. Me salên borî zêdetir berhem difirotin, lê ji ber kêmasiya sewalan wekî berê berhem nayên kirîn û firotin." Baba aşkera kir ku divê cotkarî bê bi hêzkirin û pêşî li gundan bê vekirin ku kar bikin.
 
'PENÊR SEDÎ 50 BUHA BÛ'
 
Fîkrî Kirmiz jî derbirî ku di dema gîha dirûnê de yomiya paleyekî 100 TL ye û ev tişt anî ziman: "Niha kîloya penêr 30 TL ye. Dibe ku memûrek b 30 TL yî bikire; lê li vî gundî kesek memûr be, 50 kes bê kar e. Wê demê dê ev mirovên bê kar çawa bikirin. Em kîloya penêr bi 25 TL yî dikirin, bi 30 TL'yî difiroşin. Mehaneya şivanekî 3 hezar TL ye."
 
'EM CARNA KÎLOYEKÊ DIFIROŞIN'
 
Çetîn Sencer jî diyar kir ku ew nikarin kar bikin û pirsgirêkên esnafan wiha vegot: "200-300 ton penêr ji bo Wanê gelekî kêm e. Îsal hemjmara sewalan kêm bû, penêr jî kêm bû. Berê mirov li gundan bûn û hilberîn zêde bû. Lê niha mirov hêdî hêdî gundan vala dikin. Berê herî kêm hezar pezê malekê hebû. Niha kes sewalkariyê nake. Ev jî bandorê li ser civaka me dike."
 
'SEWALKARÎ LI BER TUNEBÛNÊ YE’
 
Murat Metîn bi lêv kir ku karê wan sekinî ye, penêr biha ye û kes nikare bikire. Metîn, axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dê îsal buhayê penêr zêde be. Sedema wê jî kêmasiya sewalan e. Berê li gundekê çend ton penêr derdiket, lê niha ew gundanan bi kîloyan penêr difiroşin. Divê piştgiriyê bidin cotkaran. Ji ber ku êdî sewalkarî kêm bûye."
 
MA / Mujdat Can – Mahmut Ruvanas