38 karkerên sendîkayê dest bi çalakiyê kirin

img

KARABUK -  38 endamên Sendîkaya Metal-Îş a Yekbûyî, bi hinceta endamên sendîkayê ne ji şîrketa Uyar Çelikê hatin avêtin. 38 karkerên ji kar hatin avêtin dest bi çalakiyê kirin. Karkeran destnîşan kir ku heta li karê xwe vegerin dê çalakiya xwe berdewam bikin. 

Şîrketa Enstîtuya Pîşesaziya Uyar Çelik A.Ş, bi hinceta endamên Sendîkaya Metal-Îş'ê ya Yekbûyî ya girêdayî DÎSK'ê ne 38 karker ji kar avêtin. Karkerên ku ji kar hatin avêtin dest bi çalakiyê kirin. 38 karker piştî ji kar hatin avêtin, li pêş fabriqeyê dest bi çalakiyê kirin. Karkeran agir pêxist û kon vedan. Kareran anîn ziman ku heta karê xwe paşve bigirin dê çalakiya xwe berdewam bikin. 
 
Serokê Şaxa Metal-İş'ê ya Yekbûyî ya Kocaelî Hakan Kuçuk, bertek nîşanî helwesta şîrketê da û wiha got: "Me agirê xwe pêxist û em dê çalakiya xwe berdewam bikin. Em niha li pêş fabrîqeyê di çalakiyê dene. 38 karker ji kar avêtin. Karkerên Karabukê niha agir pêxistine û çalakiya xwe berdewam dikin. Hemû hevalên me heta li karê xwe vegerin dê çalakiya xwe berdewam bikin."