Nexweşxaneyên wekî AVM nabin şîfa

img

ENQERE - SES'ê rapora komxebata 16-17'ê Kanûna 2017'an a têkildarî Nexweşxaneyên Bajar li Navenda Giştî ya SES'ê bi civîna çapemeniyê parve kir. Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erdem, diyar kir ku li nexweşxaneya ku ked tê xwarin û kedkar tên çewizandin li wir şîfa nabe û wiha got: "Birînên ku kapîtalîzmê vekirine li nexweşxaneyên dişibin AVM'yan derman nabin. 

Sendîkaya Kedkarên xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), rapora komxebata 16-17'ê Kanûna 2017'an ya der barê Nexweşxaneya Bajaran de bi raya giştî parve kir. SES'ê rapor li Navenda Giştî ya SES'ê bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Di civînê de Sekreterê Giştî ya Odeya Tabîbên Tirk, (TTB) Sezai Berber, Konseya Navendî ya TTB'ê û endamên SES û HPD’ê amade bûn. 
 
Di civînê de Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erdem, diyar kir ku ji bo nexweşxaneyekê çi pêwist e an çi ne pêwiste hikûmet û rayedarên sermayedaran  biryarê didin û wiha got: “Çav berdane malê cemaweriyê. Destûr nadin ku civak tev li biryarê bibin. Sermaye û rayedarên hikûmetê li ser navê gel biryar didin û li gorî xwe pêdiviyan tespît dikin. 
 
LI NEXWEŞXANEYA TALANÎ Û KEDXWARÎ LÊ HEBE ŞIFA NABE
 
Erdem, da zanîn ku li nexweşxaneya ku sermaye, kedxwarî lê hebe û kedkar di bin zextan de be şifa lê pêş nakeve û wiha got: "Piştî Nexweşxaneyên Bajaran hatin avakirin gilî û gazinc jî zêde bûn. Gliyê herî zêde 'Nexweşxane ji bajar dûr in' Ji ber nexweşxane dûrî bajarin 
 
Erdem, destnîşan kir jinên xebatkar rastî mobbingê tên û wiha got: "Dîsa dema mirovan digirin kar li gorî zayendê heq didin wan û keda wan tê xwarin. Newekheviya kedê pir zêde ye. Dixwazin jinan di malê de hepis bikin. 
Nexweşxaneyên hatine avakirin li ser karê û bazirganiyê hatiye avakirin. Nexweşxaneyên dişibin AMV'ê nabin çareserî û nabin şifa.