60 hezar endamên DÎSK'ê ketin bin bandora şewbê 2020-04-27 14:33:48   STENBOL - DÎSK-AR’ê rapora vîrûsa corona aşkere kir. Li gorî raporê testa 535 endamên DÎSK'ê posîtif derketiye û 60 hez hezar endamên wan ketine bin bandora şewbê.    Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK-AR), têkildarî şewba vîrûsa corona (Covid-19) rapor aşkere kir. DÎSK-AR'ê di raporê de diyar kir ku heta niha 535 endamên DÎSK'ê bi vîrûsa şewbê kirine û şewbê bandor li ser 60 hezar endamên wan kiriye. DÎSK AR'ê di berdewama raporê de  da zanîn ku li gel vê bandora şewbê ya li ser karkeran karê sektorên ku karê wan ne ferz û lezgîn e didome û ev hilberîna kar bandora neyînî li ser jiyana karkeran dike. Di raporê de ev tişt hat gotin: "Ji ber li sektorên kar hilberîn didome, jiyana karkeran bi talûkeya şewba vîrûsê re rû bi rû ye. Ji karkeran dixwazin an kar an jî tenduristiyê hilbijêrin. Dema karker kar dikin bi şewbê dikevin. Rêjeya karkerên DÎSK'ê di nava rojeya Tirkiyeyê deji sedî 3,2 ye. Rêjeya karkerên ku betal in û ne endamên DÎSK'ê ne hîn zêdetir e.    LI 56 KARGERIYAN HILBERÎN HAT RAWESTANDIN   Heta niha 4 endamên DÎSK'ê ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan. Heta niha 56 kargeriyên ku herî kêm 13 hezar û 754 endamên DİSK'ê lê kar dikin kar rawestandin. Hilberîna 56 kargeriyan hat rawestandin. Ji ber Covît-19  li 80 cihên kargeriyan karker bê heq şandin destûrê.