KESK: Îqtîdar raya giştî bi awayek zelal agahdar nake 2020-04-27 13:54:44   ENQERE – Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk rapora têkildarî şewba koronayê eşkere kir û got: “Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê daxilî pêvajoyê nayên kirin. Raya giştî bi awayek zelal nayê agahdarkirin.”   HevserokAên Giştî yên Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk û Aysûn Gezen têkildarî vîrûsa koronayê civînek bi rêya vîdeo konferans li dar xistin û rapora têkildarî vîrûsa koronayê amade kiribûn bi raya giştî re parve kirin. Endamên sendîkayê û rojnameger jî beşdarî civînê bûn.   ‘ÎQTÎDAR RAYA GIŞTÎ AGAHDAR NAKE’   Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk di civînê de axivî û got raporên hatine ber destê wan lêkolîn kirine û di van lêkolînan de bûne şahid ku li kargehan gelek tengezariyên cidî hene. Bozgeyîk behsa armanca rapora ku amade kirine kir û got: “Di van rojên dijwar de em li ser cihên ku kedkarên cemaweriyê lê dixebitin pêvajoyê dişopînin. Me wek rêxistinên ked û pîşeyî têkildarî ku îqtîdar pêvajoyê bi zelalî birêve nabe daxuyaniyan dabû. Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê daxilî pêvajoyê nayên kirin. Îqtîdar pêvajoyê bi awayek zelal birêve nabe û raya giştî bi awayek zelal agahdar nake. Ji ber me daxilî pêvajoyê nakin, me jî li qadên cemaweriyê çavdêriyan kir û agahiyan berhev kir û wan bi raya giştî re belav dikin.”   ‘PÊVAJOYÊ VEGUHERAND FERSENDÊ’   Bozgeyîk da zanîn ku îqtîdar şewba koronayê veguherandiyê fersendê û di ragihandina qedexeyên derketina derve de daneyên kesên bi koronayê ketine zêde bûne. Bozgeyîk pirsgirêk û tengezariyên têkildarî pêvajoya koronayê amade kirine wek tespît xal bi xal ji raya giştî re eşkere kir.