Sedema mirina Dr. Şahîn pirsî 2020-04-24 15:54:32   MERSÎN - Konseya Navenda TTB’ê, di rapora derbarê mirina Dr. Erdînç Şahîn ê piştî tedawiya Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da de, pirsa sedema mirina wî ji Wezareta Tendurisiyê kir.   Konseya Navenda Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), derbarê mirina Dr. Erdînç Şahîn ê navçeya Sîlîfkê ya Mêrsînê peywira Bijîşkê Malbatê dikir û piştî bi şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ket û 3 roj şûnde jiyan xwe ji dest da, de daxuyaniyek nivîskî weşand. TTB’ê, di rapora derbarê mirina Dr. Erdînç Şahîn ê piştî tedawiya Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da de, pirsa sedema mirina wî ji Wezareta Tendurisiyê kir.