Çerkezoglû: Dawî li cudakariya navbera kedkaran bînin 2020-04-21 15:42:55 STENBOL – Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê di navbera kedkarên tenduristiyê de cudakariyê dike û xwest dawî li vê cudakariyê bîne. Seroka Giştî ya Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû bi hênceta ku di navbera xebatkarên tendursitiyê yên li dijî koronayê têdikoşin cudakarî tê kirin nameyek ji bo Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca amade kir. Çerkezoglû da zanîn ku di kedkarên tenduristiyê tevî hemû talûkeyan jî têdikoşin û di vê têkoşîna li dijî koronayê de kedkarên cemaweriyê û personelên peymandarî mil dane milê hev. Arzû Çerkezoglû diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê di navbera kedkarên tenduristiyê de cudakariyê dike û xwest dawî li vê cudakariyê bîne.