Ji mafê destûra biheq banga ji bo grevê 2020-04-21 09:00:45 STENBOL - Serokê Giştî tê ESP'ê Şahîn Tumuklu, bal kişand ser "destûra bêheq" û ji bo 1'ê Gulanê bang li sendîka û rêxistinên kedê kir û ji bo "mafê destûra biheq" îşaret bi rêxistinkirina grevê kir.  Piştî belavbûna vîrûsa coronayê (Covîd-19) di gelek sektoran de bi hinceta hilberîn û xizmet sekiniye an jî kêm bûye bi hezaran karker ji kar hatin derxistin. Piştî nerazîbûn û bertekên li dijî vê yekê pêşnûmaya qanûnê ya hin tevdîrên aborî tê de cih girtin berpêşî meclîsê hat kirin û hat qebûlkirin. Çendî ku di qanûna hat qebûlkirin de heya 3 mehan derxistina karkeran a ji kar hatibe qedexekirin jî lê belê astengiyên li ber destûra bêheq ji hoê hatin rakirin. Bi vê qanûnê re biryar hat girtin ku wê ji bo karkerên ku kardêran ew bêheq şandine betlaneyê rojê 39 lîre û 24 qurîş pere bê dayîn.    PÎROGLÛ: MEHKÛMÎ SEFALETÊ DIKIN    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûsa Pîroglû, bertek nîşanî qanûna navbirî da û got, îqtidar sefalet û mirinê li gel ferz dike.    Pîroglû, destîşan kir ku derdê îqtidarê tenê karker in, di heman demê de dixwaze patronan biparêze û got, karkeran mehkûmî 39.24 TL'yan dike.    Pîroglû, bilêv kir ku vê qanûnê re têgiha 'destûra bêheq' di Qanûna Karî de cih girtiye. Pîroglû, anî ziman ku îqtidar li dijî gelan siyaseta dijminatiyê bi rê ve dibe û got: "Li hêlekê siyaseta şerî didome, li hêla din jî gel û çîna karkeran mehkûmî sefaletê tên kirin. Pûxteya qanûna hatiye çêkirin ev e."    TUMUKLU: KARKER BI BIRÇÎBÛNÊ RE RÛ BI RÛ NE    Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu jî destnîşan kir ku qanûneke ku gelan mehkûmî birçîbûnê dike hatiye derxistin. Tumuklu, diyar kir ku bi vê qanûnê re tê xwestin pêşî li ber rêxistnbûyînê bê girtin û got: "Êdî wê kardêr bêyî hincet karibin karkeran ji kar derxin. Wê karker bi bi vê qanûnê re birçîbûnê re rû bi rû bimînin."    JI BO GREVÊ BANG KIR    Tumuklu, anî ziman ku karker ji bo mafên xwe yên jiyanê ne muhtacî qanûnên bi vî rengî ne û got, ji bo mafê jiyanê pêdivî bi greveke rasteqîn heye. Tumuklu, got: "Heger ev grev nebe, wê li ber burjûwazî û parazvanê wê dewleta faşîst ne mafê jiyanê yê karkeran hebe ne jî wê karibin mafê xwe yê destûra biheq bi dest bixin. Niha li pêşiya me 1'ê Gulanê heye. 1'ê Gulana îsal ji bo rêxistin kirina grevayê ya ji bo mafê destûra biheq û mafê jiyanê pir girîng e."