DÎSK-AR: 4 endamê me mirin û testa 378 endamên me jî pozîtîf derketiye 2020-04-20 14:35:02   STENBOL – Di rapora DÎSK-AR’ê de hat diyarkirin ku karkerên endamên DÎSK’ê ne û ku bi koronayê ketine ji nîvê karkerên li welat pê ketine zêdetirin.   Navenda Lêkolîna Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) têkildarî karkerên endamên xwe bi şewba vîrûsa koronayê ketine raporek amade kir û weşand. Agahiyên heta 17’ê nîsanê di raporê de cih digirin. Di raporê de hat diyarkirin ku tevî şewba koronayê encamên cidî li pey xwe dihêle jî hilberîn didome û li gorî lêkolînên hatine kirin testa pozîtîf a karkerên endamên DÎSK’ê ne sê qat zêdetirî nîvê Tirkiyê ne. Di raporê de hat gotin 4 karkerên endamên DÎSK’ê ne jiyana xwe ji dest dane û testa 378 karkerên endamê DÎSK’ê ne pozîtîf derketiye û herî kêm 646 karker jî bi gumana koronayê di karantînayê de ne. Hat gotin nexweşîn herî zêde li kargehên metale û xizmetên giştî hatiye dîtin.