Şahînoz: Ji bo bandora qirîzê kêm be, divê dahat bê dabînkirin 2020-04-15 10:36:05   EQNERE – Prof. Ahmet Şahînoz, diyar kir ku kêmbûna xerckirinên mezaxtinê ya ji ber vîrûsa koronayê dê rê li ber tengbûna pêşkêşî û daxwaziyê vebike û wiha got: “Ji bo sivik derbaskirina qrîzê divê Hikûmet ji mirovan re dahateke ku nekeve bin sînorê birçîbûnê dabîn bike.”   Bi vîrûsa koronaya rê weke gelek welatan li Tirkiyeyê jî di aboriyê de tengbûn û sekinandin dest pê kir. Tirkiye ku bi qrîzê ket sala nû, pirsgirêka çavkaniyê dijî û ji ber tevdîrên kêm ên aboriyê ku bingeh ji qrîzê re amade kirin tê rexnekirin.   MEZAXTIN JI SEDÎ 34 KÊM BÛ   Yek ji pirsgirêka micid a aboriyê ketina bi tund a mezxtinê ku bi girtina kargehên sektora xizmetê ku 16 milyon xebatkarên wê hene re derketiye holê ye. Li gorî 2 lêkolînên Weqfa Lêkolînên Polîtîkayên Aboriyê ya Tirkiyeyê (TEPAV) yên têkildarî “Bandora Vîrusa koronayê ya li ser Xerckirinên Mezaxtinê”, xerckirinên mezaxtinê ji sedî 34 kêm bûne. Ji Zanîngeha Başkenterê Endamê Hîndekariyê Prof. Dr. Ahmet Şahînoz, diyar kir ku windakirina kar û ferzkirina mûçeyê kêm ên dema vîrûsê dibin sedema kêmbûna mezaxtinê.   ÇERXA BÊSÛD WÊ BIDOME   Şahînoz, kêmbûna ku pêk tê wiha şîrove kir: “Heta ku hikûmet tevdîra rojê 39 TL’yî bigire; kêmbûna dahatê, kêmbûna xerckirinên lêçûnê ku ev dibine sedem û çêbûna çerxên bêsûd ku dibine sedemên hev berdewam bikin. Tengbûna pêşkêşî û daxwaziyê jî bibe sedema resesyona aboriyê.”   RESESYON MICIDTIR BIBE   Şahînoz, destnîşan kir ku şoka daxwazê bi xwe re şoka pêşkêşiyê tîne û wiha got: “Lewre ku daxwaz tunebe pêşkêşî jî kêm dibe. Heke hilberîn kêm bibe, li fîrmayan pêvajoya ji kar derxistinê dest pê dike û vê carê cara sêyemîn kêmbûna daxwazê pêk tê. Bi vê yekê şok hev dû dişopînin. Şoka çaremîn jî bandorê li îxracatê dike. Dema li Tirkiyeyê daxwaz dikeve, li Ewropayê jî kêm dibe. Bi vê re resesyona rasteqîn û tengbûn çêdibe. Bi berdewamkirina şokan re resesyon jî micidtir bibe. Ev jî wê bibe sedema tengbûna aboriyê û zêdebûna bêkariyê.”   DIVÊ DAHAT BÊ DABÎNKIRIN   Di dawiya axaftina xwe de Şahînoz got ku ji bo derketina ji çerxa bêsûd û sivik derbaskirina qrîzê divê Hikûmet ji mirovan re dahateke ku nekeve bin sînorê birçîbûnê dabîn bike û bi vê re dê qrîza hilberîn-mezaxtinê bi xesara herî kêm derbas bike. Heke vê yekê neke dê hê bi qrîzeke kûrtir re rû bi rû bimîne.”   MA / Selman Guzelyuz