Karker ji ekîpmanên parastinê sûdê nagirin 2020-04-06 09:03:53   STENBOL - Nûnerên xebatkarên tenduristiyê û şaredariyê diyar kirin ku karker ji ber şewba vîrûsa corona di bin rîskekî mezin de kar dikin, lê dîsa ekîpmanên parastinê nadin karkeran.    Li Tirkiyeyê hêjmara kesên ji ber şewba vîrûsa corona dimirin, her roj qat bi qat zêde dibin. Rayedar li aliyekî bang li gel dikin ku ji malên xwe dernekevin, li aliyê din mafê karker û kedkaran nayê parastin. Karker û xizmetkarên şaredarî û tenduristiyê ku neçin kar; dê ji kar bêne avêtin. Nûnerên sendîkayên karker û kedkaran diyar kirin ku, xizmetkarên tenduristî û şaredariyê ji ber şewba vîrusê (Covid-19) di bin rîskekî mezin de kar dikin û li gel vê yekê ekîpmanên parastinê nadin karkeran. Karkerên li fabrîqe û kargeriyan kar dikin dema naçin kar ji meaşê wan qut dikin. Karkerên dixebitin jî di şerten xerab de kar dikin û nayên parastin. Dîsa kedkar û karkerên şaredarî û tenduristiyê jî di heman şert û mercan de kar dikin.    Seroka Şaxa Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê ya Tirkiyeyê (Saglik-Îş) ya Stenbolê Nedime Yildirim, diyar kir ku di aliyê ekîpmanên parastinê de zor û zahmetiyan dijîn û wiha got: "Gelek wizmetkarên tenduristiyê ji ber kêmasiya ekîpmanan bi şewbê ketine. Divê demek berîya  demekê tedbîr bêne stendin. Hevalên me yên ku di qada tenduristiyê de kar dikin, divê di aliyê aborî û civakî de mirov alîkariyê bide wan. Wezîrê tenduristiyê bi daxuyaniya xwe cudakarî xist navbera karker û karmendan. Pereyê zêde yên dan karmendan, nedan karkeran. Em jî dibêjin xizmeta tenduristiyê karê ekîbê ye. Divê cudakarî di nava wan de neyê kirin."   ‘BILA PEYMANA KOMÎ BÊ ÎMZEKIRIN   Yildirim, anî ziman ku Peymana Kar a Komî (TİS) 15 mehin in didome û wiha got: "Nêzî 12 hezar xizmetkarên tenduristiyê li bajarên mezin bi heqê qerî kêm debara xwe dikin. Divê di qada aborî û civakî de alîkarî bi karkeran re bê kirin. Ji bo vê yekê divê bi lez Peymana Tomarî (TÎS) bê îmzekirin.    'DIVÊ HEMÛ KAR BÊN RAWESTANDIN'    Serokê Şaxa Hêjmar 1 a Sendikaya Karkerên Xizmetên Giştî (Genel-ÎŞ) yê Qada Anadolu ya Stenbolê Ahmet Erkan jî anî ziman ku karkerên şaredariyê jî wekî karkerên tenduristiyê pir zêde kar dikin û tenduristiya wan nayê parastin. Erkan, anî ziman ku ji bo tenduristiya karkeran biparêzin têdikoşin û wiha got: "Divê hemû şaredarî ji xeynî karên meşbûr hemû karan rawestîne. Dive hemû kar bêne rawestandin. Divê karkerên dixebitin jî tev di testê re bêne derbaskirin.