Gel ketiye etra canê xwe, DEDAŞ jî ketiye etra qezencê 2020-04-05 09:05:02   MÊRDÎN - DEDAŞ'a ku berê bi hinceta deynê ceryanê dest danîbû ser ser desteka ji bo mazot, gubre û tovan a cotkaran, niha jî desteka gundiyan a ji bo golikan bloke kiriye.   Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di çarçoveya tevdîrgirtinên li dijî vîrûsa coronayê (Covîd-19) de pkaêta "Mertala Îstikararê ya Aborî" aşkere kiribû. Di nav vê pakête cotkar jî hebûn. Lê belê DEDAŞ'a ku berê bi hinceta deynê ceryanê dest danîbû ser ser desteka ji bo mazot, gubre û tovan a cotkaran, niha jî desteka gundiyan a ji bo golikan bloke kiriye.   NIHA JÎ SEWALVAN    Sewalvan û cotkar Hasan Taşkiranê ji gundê Selmê yê Dêrikê, anî ziman ku ji ber vîrûsa coronayê nikarin ji mal derkevin û got: "Perê destekê ket ehsabê min. Lê belê em pê hesiyan ku DEDAŞ'ê dest daniye ser. Qîma xwe bi desteka ji bo mazot, gubre û tovan nehaniye, vê carê jî dest daniye ser desteka ji bo golikan. Golikek min heye, ji bo wê jî 350 TL xistibûn hesabê min. Heger cotkar qezenc neke, wê çawa deynê xwe bide. Divê blokeya li ser hesabê cotkaran bê rakirin. An jê wê cotkarên ku niha nikarin ji mal derkevin bi temamî top bavêjin."    DESTVALA VEGERIYA MALÊ    Ahmet Sarûhanê ji gundê Bizdoxanê jî ji bo desteka xwe bistîne çûye bankeyê, lê belê destvala vegeriyaye. Sarûhan, bertek nîşan da û got: "Gel di vê dema vîrûê de ketiye derdê canê xwe, lê belê DEDAŞ jî ketiye derdê qezenca xwe."    Serokê Komeleya Cotkarên Qoserê Mîkaîl Erbeyî jî, bal kişand ser pakêta ku Serokomar Erdogan aşkere kiribû û got, di vê pakêtê de tiştekî barê cotkaran sivik bike tuneye. Erbeyî, da zanîn ku li bajêr desteka nêzî hezar û 500 cotkar û sewalvanî hatiye blokekirin û got: "Çawa hûn destekê didin şîrketên mezin divê hûn xwedî li cotkaran jî derkevin."    Erbeyî, anî ziman ku ji bo ku cotkaran karibin hilberînê bikin divê piştgiriya wan bê kirin û got: "Li cîhanê û welatê me girîngiya çandiniyê û zexîreyan diyar e. Her tişt sekiniye, lê belê genimê ku cotkar diçînin şîn tê. Lê mixabin desteka cotkaran tê xespkirin. Ev neheqî, bêqanûnî û bêedaletî ye. Ev ligel cotkaran nêzî 10 hezar karkerên çandiniyê yên li herêma Mêrdînê jî eleqedar dike. Qet nebe divê heta çinînê deyn cotkaran bê taloqkirin."    MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin