Îktîsatvan Yilmaz: Daxistina faîzê fêdeyê li aboriyê nake 2020-02-22 10:00:44 ENQERE - Ji Zanîngeha Kasselê ya Alman Dr. Gaye Yılmaz, bal kişand ser Qeyrana Aborî ya li Tirkiyeyê û diyar kir ku daxistina faîzan a li ser hev dê nikaribe serfkariyê nava Tirkiyeyê kêm bike. Ji ber vê yekê nikare aboriya Tirkiyeyê baş bike.    Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan li dijî teoriyên îstîsadê zextan li ser Banka Navendî dike ku faîzê daxe. Li ser van zextan Banka Navendî di nava 8 mehên dawî de 6 caran rêjeya faîzê daxist. Rêjeya faîzê ji sedî 24’an daxist ji sedî 10,75’an. Gelek pisporan diyar kirin ku di faîza krêdiyê de daxistin hebe jî faîz bandorek erênî li ser piyasê nakin. Ji Zanîngeha Kasselê ya Alman Dr. Gaye Yılmaz, bal kişand ser Qeyrana Aborî ya li Tirkiyeyê û diyar kir ku daxistina faîzan a li ser hev dê nikaribe serfkariyê nava Tirkiyeyê kêm bike û wiha got: "Ji ber vê yekê nikare aboriya Tirkiyeyê baş bike. Daxistina faîzê dê bandora erênî li ser piyasê neke. Bi mehan e faîzê dadixin, lê heta niha zêdebûna kar û hilberinê de  tişten nehatiye guhertin. Di qada sanayideyê de pêşketin tune. Ev bi tevahî îlîzyon e. Tu fêda xwe ji aboriya rast re tune ye. Tu fêda daxistina faîzê ji aboriyê re nabe. Dîsa bandora xwe li ser piyasê jî nake. Ji ber ku bazirganên biyanî êdî nakevin Tirkiyeyê. Niha rewşa bê îstîkrariyê heye. Tenê her tişt li ser kaxizê ye. Êdî her kes vê yekê dizane."   MA / Selman Guzelyuz