'Ji bo krîz neyê dîtin, mirov divê kor be' 2020-02-06 09:11:49 STENBOL - Stenboliyan, ji ber fiyetên tim tên bihakirin gilî û gazind kirin û gotin: "Ji krîz neyê dîtin divê mirov kor be".  Ji ber fiyetên tim tên buhakirin êdî hema bêje kesên xizan nikarin debara xwe bikin û jiyana xwe bidomînin. Stenboliyan, gilî û gazindên xwe yên ji ber zemên li se rhev du tên kirin anîn ziman.    Esnaf Mehmet Kaya, diyar kir ku du zarokên wî dixwînin û got, ji ber deynan her sal mecbûr dimîne zarokên xwe ji dibistanê bigire. Kaya, got: "Mêze kin gelek esnafan dikanên xw egirtine. Ke snikare deynê xwe bide. Êdî em nikairn dbeara xwe bikin. Tu radibî diçî nexweşxaneyê tu fêdê nagirî, tu diçî dermanxaneyê tu nikarî derman bikirî".    ‘NIHA HEQÊ TUNELA BI KAR NAYNIM DIDIM'    Esnaf Nûsret Aldin jî destnîşan kir ku li vî welatî êdî têgîna edaletê tiştekî îfade nake û got: "Bi navê Avrasyayê tunelek çê kirine. Lê ez bi kar naynim. Lê fatûreya wê didim. qşo meaşê kêm buha kirine. Lê pê re tiştên din bihatir kirine. Yanî zengîn bêtir zengîn, feqîr bêtir feqîr bûye. Pirnaiya hevalê min di be rkarê xwe re karine din jî dikin. Nikarin debara xwe bikin. Li malekê herî kêm divê 2 kes bixebitin".    Simîtfiroş Ferdî Pehlîvanoglû jî got: "Digotin wê her tişt baştir bibe. Lê tiştekî baş nebûye. Çimkî her ku fiyet buha dibin gel nikare bikire. Xwezî fiyet erzan bûna û her kesî bikaribûna lazmatiyên xwe bikiriyana".    ‘JI BO MERIV KRÎZÊ NEBÎNE DIVÊ KOR BE'    Ramazan Beyaz jî destnîşan kir ku hikûmet di çapemeniya xwe de tim dibêje "krîz tuneye" û got: "Berê me tahmek ji kar û abrê xwe digirt. Êdî em tahmekê jî nagirin. Kar girîng e. Li welat krîzeke mezin û kûr heye. Ji bo meriv vê krîzê nebîne divê kor be".