Li Tekirdagê hê jî 22 sendîkavan di bin çavan de ne 2019-10-05 16:15:44   STENBOL - Nûnerê DEV-TEKSTÎL'ê yê Stenbolê Okan Karaçan ji bo 21 rêveber û endamên sendikayan ku hatine binçavkirin bang kir û ev tişt got: "Hevalên me yên hatine binçavkirin demildest berdin."    Polisan, duh bi ser malên endamên şaxên Sendîkaya Karkerên Tekstîlê yên Şoreşger (DEV-TEKSTÎL) ên Tekîrdag, Çorlû û Çerkezkoyê de girtibûn û 21 kesî binçav kiribûn. Endam û rêveberên sendîkayê ku hatine binçavkirin, li Miduriyeta Polisan a Tekîrdagê tên girtin. Nûnerê DEV-TEKSTÎL'ê yê Stenbolê Okan Karaçan têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku polisan ji karkeran re gotiye ku ji ber sendîkaya wan rastiyan tîne ziman di bin êrîşan de ye û wiha got: "Ev zilm û zordariya li kedkar û karkeran tê kirin nayê qebûlkirin. Sûcdarên rasteqîn kesên ku keda me xestp dikin û êrîşî me dikinin. Hevalên me yên di bin çavan de demildest berdin."