Karkerên ji kar hatin avêtin: Werin em mil bidin milê hevdu 2019-07-26 09:13:10 ÎZMÎR – Ji karkerên ji Şaredariya Alîagayê hatin derxistin Mehmet Emîn Şavûr, bang li gelê Îzmîrê û saziyên civaka sivîl kir û got: "Werin em mil bidin milên hevdu û bi hev re bi ser bikevin."  Şaredariya Alîgaya ya Îzmîrê ya MHP'î, 100 jê kadroyî 187 karker ji kar derxistin. Ji karkerên ji kar hatine derxistin hin jê bi qasî 25 salan li şaredariyê xebitîne. Karkerên ji kar hatine derxistin 71 roj in li Parka Aştî û Demokrasiyê ya Alîagayê di konê evdane de têdikoşin.    Mehmet Emîn Şavûr (35) 7 salan li Şaredariya Alîagayê xebitî. Du zarokên wî hene. Şavûr, bilêv kir ku du meh û nîv berê şaredarî lê geriyaye û jêr e gotiye nema bê kar. Şavûr, diyar kir ku ji ber bi awayekî devkî jê re hatiye gotin, guh nedaye û dîsa ji bo xebatê çûye şaredariyê. Şavûr, destnîşan kir ku lê belê di dawiya mesaiyê de kaxezek dane wî û wî ji kar derxistine. Şavûr, da zanîn ku 187 karker bi vî awayî ji kar hatine derxistin. Şavûr, diyar kir ku ew ketiye civîna meclîsa şaredariyê û got, Şaredar Serkan Acar gotiye: "Ez kî bixwazim ez ê bigirim kar û kê nexwezim jî ez êd erxînim. Gel ev erk xistiye destê min." Şavûr, got: "Piştî vê gotina wî me çalakiyên xwe zêdetir kirin. Ji ber em endamên sendîkayê bûn em ji kar derxistin."    ‘EM Ê DEV JI BERXWEDANA XWE BERNEDIN'    Şavûr, diyar kir ku ji bo vegerin ser karê xwe kampanyaya îmzeyê dane destpêkirin û ew ê van îmzeyan bidin şaredariyê. Şavûr, anî ziman ku ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û got: "Em mafdar in. Çavê şaredar lê ye 'berxwedana karkeran bişikîne.' Her ku ew bi ser me de bê em ê çalakiyên xwe xurtir bikin. Bila şaredar baş zanibe ku karkerên Alîagayê ne bi tenê ne. Bi vî awayî dixwazin karkeran bi erzanî bidin xebitandin. Şaredar bi vî awayî hizûr ji şaredariyê re nahêle. Em ê dev ji berxwedana xwe bernedin."    ‘EM BI HEV RE BI SER BIKEVIN'    Herî dawî Şavûr got: "Em ji vi ra bang li tevahiya gelê Îzmîrê û saziyên civaka sivîl dikin. Werin em bi hev re mil bidin milên hevdu û bi ser bikevin. Em bi awayekî neheq ji kar hatin avêtin. Tenê em dixwazin vegerin ser karê xwe."