Tîraja rojname û kovaran ji sedî 17,6 kêm bûye 2019-07-25 12:05:28 ENQERE – TUÎK’Ê îstatîstîkên meydayê ya 2018’an eşkere kir. Li gorî daneyan tiraja rojname û kovaran ji sedî 17,6 kêm bûye. Berdela reklam û îlana fermî ya sala 2018’an jî ji sedî 2,2 zêde bûye.  Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TÛÎK), îstatîstîkên medyayê ya 2018’an û endeksa soktoriya baweriyê ya meha tîrmehê eşkere kir. Li gorî îstatîstîkên medyayê ya 2018’an ên TUÎK’ê eşkere kir, hejmara rojname û kovaran di sala 2018’an de li gorî sala 2017’an ji sedî 2,6 kêm bûye û bûye 5 hezar û 962. Ev weşan ji sedî 58,7 ji kovaran pêk tê.    TÎRAJA ROJNAME Û KOVARAN KÊM BÛYE    Li gorî daneyan tiraja rojname û kovaran ji sedî 17,6 kêm bûye. Tîraja giştî ya salekê ya weşandina rojname û kovaran a sala 2018’an a Tirkiyeyê milyarek 368 milyon û 287 hezar û 463 bûne. Ji sedî 94,2 ji rojnameyan pêk tê. Berdela reklam û îlana fermî ya sala 2018’an jî ji sedî 2,2 zêde bûye.