‘Sedemê krîza aborî ya li Dersimê koçberî û bêmirovkirin e’ 2019-07-25 09:15:42 DERSIM – Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Pîşekaran a Dersimê Hidir Belîce diyar kir ku sedema bingehîn a krîza aborî ya li Dersimê ew e ku ji ber şer koçberî pêk tê û bêmirovkirina herêmê ye. Li Tirkiyeyê krîza aborî her tiştî têkildarî aboriyê xistiye bin bandora xwe ya neyînî. Li Dersimê jî krîza aborî tesîra xwe ya li ser esnaf û xelkê daye nîşandan. Li gorî daneyên Yekîtiya Odeyên Esnaf û Pîşekaran a Dersimê bêyî kar bê kirin gelek kargeh tên girtin. Serokê Yekîtiya Odeyan Hidir Belîce bal kişand ser talûkeya krîza aborî ya li Dersimê.    ‘EM MIROVAN NABÎNIN’    Belîce da zanîn ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê pêk tê bûye parçeyek jiyanê û li her deverê şerê bazirganiyê dest pê kiriye û Tirkiye jî yek ji van deveran e. Belîce diyar kir ku yekemîn hêmana krîza aborî ya li Dersimê koçberî ye û got: “Li Tirkiyeyê di rêjeya nifûsê de yek ji cihên herî dawî ye. Li cihek ku mirov lê tune bin, ne mimkin e pêdiviyên însanan jî lê biqedin. Avakirin û vekirina kargehê de pirsgirêk tine ye. Ya girîng ew e ku mirov bên dîtin û esnaf dikaribe firoşkariyê bike. Esnafên me li vir însanan nabînin.”   ‘ŞER BANDORÊ LI ABORIYÊ DIKE’    Belîce anî ziman ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên krîza aborî ya li Dersimê koçberî û bêmirovkirine û got: “Erdnîgariya me bêmirov tê hiştin. Bi vê yekê re pirsgirêk û tengasiyên aborî jî hene û kûr dibin. Bingeha pirsgirêka koçberiyê jî şer û pevçûn in. Ji ber vê yekê mirov koç dikin. Bi salane Dersim tê valakirin û bi koçberiyê re rû bi rû maye. Welatî jî neçarbûne ku dev ji av û axa xwe berdin.”    ‘PÊDIVÎ BI ARAMIYÊ HEYE’    Belîce destnîşan kir ku her çiqas di vê serdema krîza aborî de kargeh hatibin vekirin jî lê li pey hev hejmara esnafan kêm dibin û ji ber qezanca kargehan zêde bike nîne neçarin digirin. Belîce anî ziman ku ji bo aramî pêk were divê li erdnîgariya wan şer û pevçûn bi dawî bibin û got: “Em erdnîgariyek aram dixwazin. Dema aramî pêk were dê vegera Dersimê jî li pêş bikeve. Her wiha dê rewşa aborî û çandiniyê jî geş bibe.”    MA / Semra Turan