Karkerên tersxaneyên Tûzlayê: Şert û mercên xerab dibe sedema gelek nexweşiyan 2019-07-04 10:05:42 STENBOL - Li tersxaneyên Tûzla ku tim bi qezayên kar dikeve rojevê, ji ber şert û mercên wê yên xerab dibe sedema gelek nexweşiyan. Îbrahîm Kiziltoprak ê di encam qezaya derbas kir de, demek dirêj tedawî dît, da zanîn ku ji xwe tersxane tê wateya qezayan. Tersxaneyên navçeya Tûzla ya Stenbolê ku yek ji avakirinên tersxaneyên mezin ê Tirkiyeyê ye, hem di warê qezayên kar de û hem jî ji ber şert û mercên giran û xerab tim di rojevê deye. Karkerên di tersxayên kêştiyan ên li Herêma Pişesazî ya Tûzla hatine avakirin de dixebitin, her roj rastî bêhna kîmyesal, dengê bilind, cihê xebat ser girtî, toz û dûr hêla qirêj û gemarî tên. Ev şert û mercên xerab û giran, her roj dibe sedama qezayên giran û nexweşiyên cur be cur.     Karkerên tersxanê, derbarê şertên kar, mûceya kar û derfetên jiyanê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.    'BÊ DENGBIN, DENGÊ XWE DERNEXIN Û BIXEBITE!'   Karkerê tersane Erhan Dûman, diyar kir ku mafê keda wan nayê pêşwazî kirin û wiha axivî: “Dema em li mafê xwe digerin jî, ji me re dibêjin ‘ger li gorî dilê we be bixebitin.’ Li hin tersxaneyan, Daxistina Debara Asgarî (AGÎ) nayê kirin. Kardêr jî AGÎ’yê ji berîka xwe nadin. Dema ku em li dijî vê rewşê derdikevin jî, me ji kar davêjin û ji me re dibêjin ‘BÊdeng bin, dengê xwe dernexin û karê xwe bikin.’”    'EM BI BELAŞÎ DIXEBITIN’   Dûman, da zanîn ku karker edaletê dixwazin û wiha got: “Li holê pirsgirêka bêkariyê heye. Dema ku mirov karekê dibinînin, bi her awayî hembêz dikin. Ji neçarî dengê xwe dernaxe. Li gel ku 30 rojan em dinava şert û mercên pir giran de dixebitin jî, maeşê me di dema wê de nadin me. Gelek caran heya du mehan maeşê me nadin me. Dema em doza mafê xwe jî dikin me ji kar davêjin. Êdî wisan bûye, tupeke mitbexê bûye 110 TL. Ji ber vê em bi belaşî dixebitin.”   'KARKER TENÊ KARDÊRAN TÊR DIKE’   Karkerê tersxanê Îbrahîm Kiziltoprak jî, da zanîn ku ji sala 2012’an ve li tersxanê dest bi xebatê kiriye û wiha bilêv kir: “Ji bê kariyê neçar mam ku di tersxanê de bixebitim. Li tersxanê karên herî giran tên klirin. Ji ber hewaya qirêj jî em gelek bi bandor dibin. Em her roj rastî bêhna kîmyesal, dengê bilind, cihê xebat ser girtî, toz û dûr hêla qirêj û gemarî tên. Karker tenê kardêran têr dike. Ji ber vê jî kardêr tu carî naxwazin em ji kar derkevin. Li kar min qeza derbas kir. Ez çûm nexweşxanê û emeliyat bûm. Bijîşkan ji min re gotin piştî sê rojan dikarî bixebitî. Lê piştî 2 mehan destê min encex sax bû. Min du mehan tedawî dît.”