Kotaya çayê daxistin 400 kîlogramî 2019-07-01 13:45:42 NAVENDA NÛÇEYAN - ÇAYKUR'ê Kotaya çaya şîn daxist 400 kilogramî.    ÇAYKUR'ê di çinîna duyemîn a çayê de kotaya çaya şîn ji 500 kîlogramî daxist 400 kilogramî. Wekîlê Midûrê Giştî yê ÇAYKUR'ê Yusuf Ziya Alîm, diyar kir ku di çinîna duyemîn a çaya şîn de serê dolimê kota daxistine 400 kilogramî. Alim, anî ziman ku Kota, di çinîna yekemîn de serê dolimê 500 kilogram çaya şîn bû. Alim, diyar kir ku li qadên çandiniya organîk jî serê dolimê kota 700 kilogram e.