Li Rihayê, ji 2 xebatkarên tenduristiyê yek jê bi mobîngê re rû bi rû dimîne 2019-06-29 09:12:07 RIHA - Rêveberê Şaxa SES'ê ya Rihayê Muslîm Saraçoglû, bilêv kir ku li Rihayê ji 2 xebatkarên tenduristiyê yek jê tim bi mobîngê re rû bi rû dimîne û tekane çare jî rêxistinbûyîn e.    Li Rihayê, bi KHK'yan 93 jê endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) zêdetirî hezar xebatkarên tendursitiyê hatin îxrackirin. Ev îxrackirin tesîreke neyînî li qada tenduristiyê kirin. Rêveberê Şaxa SES'ê ya Rihayê Muslîm Saraçoglû, diyar kir ku ji ber şert û mercên kar zêde bûne rêveberiyên nexweşxaneyan mobîngê pêk tînin û ji ber vê gelek xebatkarên tenduristiyê hindik mane dev ji kar berdin.    ‘HEZAR XEBATKAR HATIN ÎXRACKIRIN'    Sarçoglû, bilêv kir ku li Rihayê bi hezaran xebtakarên tenduristiyê ji ber şert û emrcên zehmet ên kar û mobîngê di warê derûniyê de tedawî dibin. Saraçoglû, anî ziman ku di 3 salên dawî de şert û mercên xebatê pir xirab bûne û her diçe barê xebatkaran girantir dibe. Saraçoglû, diyar kir ku di pêvajoya îxrackirinan de li Rihayê 93 jê endamên wan nêzî hezar xebatkarên tenduristiyê hatine îxrackirin û ev yek bûye sedem ku xebatkar bi mobîngê re rû bi rû bimînin.    HEJMARA XEBATKARÊN TENDURSITIYÊ KÊM E    Saraçoglû, destnîşan kir ku bi taybetî di dema Rewşa Awarte de rêveberên nexweşxaneyan bi îxrackirinê gef li xebatkaran xwarine û ji ber vê karên ne karê xebatkaran e bi wan dane kirin. Saraçoglû, diyar kir ku piştî helwdana darbeyê kesên bi kadro nehatine girtin û ev yek barê xebtakarên heyî girantir kiriye. Sarçgolû, got: "Riha bajarekî qelbalix e. Lin gor nifûsa bajêr hejmara xebatkarên tendursitiyê pir kêm e. Di demên dawî de hin tayîn tên kirin lê ew jî ji bo derveyî bajêr. Ji bo Rihayê pir kêm tên kirin."     Saraçoglû, destnîşan kir ku her diçe karê li nexweşxaneyan zêde dibe. Saraçoglû, bilêv kir ku nexasim jî di beşa lezgîn û emeliyatxaneyan de xebatkar bi awayekî zêde bi mobîngê re rû bi rû dimînin. Saraçoglû, anî ziman ku berê pergala nobetê 24 saet bûn lê belê niha bûye 32 saet û got: "Bi ser van şertên xirab bêrixstinbûyîna xebatkaran jî heye û ev yek dibe sedema ku her diçe polîtşkayên tenduristiyê xirabtir dibin."    Saraçoglû, destnîşan kir ku li Rihayê ji 2 xebatkarên tenduristiyê yek jê bi mobîngê re rû bi rû dimîne û xebatkarên tenduristiyê yên bi mobîngê re rû bi rû dimînin ji tirsa ku dê bên îxrackirins er mobînga pê re rû bi rû dimîne digire. Saraçoglû, bilêv kir ku tenê çareyek heye ev jî rêxistinbûyîna xebatkarên tenduristiyê ye.