Di hezar û 800 pîleyê de tekane derman merhem e 2017-09-26 09:19:03 EDENE - Karkerên li Edeneyê di ocaxên helandina hesin a germahiyê wê hezar û 800 derece ye, tu ewlehiya wan a tenduristiyê tune. Karkeran diyar kir ku li hemberî qezayên kar, tenê yek rêbaz heye ew jî merhem e. Ocaxên helandina hesin ên li Sîteya Sanayê ya Karşiyakaya Yuregîra Edeneyê ne, germahiya wan hezar û 800 derece ye û karkerên li wir dixebitin tu ewlehiya wan tune. Karker li hemberî qezayên kar, tenê rêbazeke wan heye ew jî merhem e. Karkerên pîkê yên helandinê, pêtekên klîma, parçeyên boriyan, parçeyên kuvet û maşîneyan û gelek tiştên din dema ji xurdeciyan berhev dikin, dihelînin û qut qutî dikin. Pînkê tê helandin di qalibên berê hatine amadekirin de bi cih dikin.   ‘KAREKÎ GIRAN Û BÊ EWLEHÎ’    Karker dema 5 deqan bêhna xwe vedidin, aveke sar bi ser dilê xwe de dikin, herî kêm 5 û 7 saetan dixebitin, 110 û 140 TL'yî yomiye digirin. Karkerên rojane 6-8 kes tên gel hev û dest bi xebatê dikin, di vî karê zehmet de bê sîgorte dixebitin. Li ocaxan dem bi dem qezajî rû didin, ji ber teqîn û demirê helandî gelek caran karker birîndar dibin.   'SANAYIYÊ LI ME JÎ DA'   Abdullah Turker bal kişand ser germahiya hezar û 800 dereceyî û ev tişt got: "Dema agir bi ser piyê me de dirije em tenê tiştekî dikin. Em diçin malê merhemê lê didin. " Turker aşkera kir ku berê li taxa Karşiyakayê 150 atolyeyên helandinê hebûn, bi vebûna fabrîqeyan re buha zêde bû û ji ber ku nivşên nû pêre eleqedar nabin, pîşeyê wan ber bi tunebûnê ve diçe.   'EM HÎNÊ GERMÊ BÛN'   Turker der barê karê xwe de jî agahî da û ev tişt anî ziman: "Qalib tê amadekirin, em jî hesinê helandî yê hazir berdidin qaliban. Em barçeyên amûrên zîraî çê dikin. Em destpêkê parçeyên ku me ji xurdeciyan girtiye hûr dikin. Pişt re di ocaxê de komirê dişewitînin. Di dema pêxistinê de demeke vezneyê heye. Di wê vezneyê de bilindkirina pîleyê heye. Di binî de deriyê ocaxê vekirî ye. Dema ev amûr bi xweşikî heliy, piştre digirin. Li vir peywira her kesî heye. Ez ocaxê vedikim û dirijînim. Di hazneya ocaxê de germahî hezar û 700-800 e. Dema em di wê germahiyê de derdikevin derve, pê bandor dibin. Ji ber ku em hînî germahiya hundur dibin, germahiya derve me aciz dike. Ya hundur me aciz nake."