Hilberîner ji ber qedexeya li ber îxracatkirina arvan tengav bûne 2019-06-11 09:14:36 MÊRDÎN – Serokê Komeleya Dexl û Dan a Qoserê Mehmet Şerîf Oter, bal kişand ser zor û zehmetiyên li ber îxrackirina arvan û got, ji bo li herêmê îstihdam çêbibe divê qedexebûyîn bi dawî bibe.  Piştî krîza aborî Wezareta Bazirganiyê, par bi hinceta "îstikrar, parastina mezaxêran û rêgirtina li ber spekulasyonê" sînorek ji îxrackirina arvan re diyar kiribû. Ev biryar tesîr li Navenda Dexl û Dan û Bazirganiyê ya Qoser a Mêrdînê jî kir.    Serokê Komeleya Dexl û Dan a Qoserê Mehmet Şerîf Oter, bal kişand ser sînordarkirina bi destê wezaretê hatiye kirin û rewşa debra îsal.    Oter, anî ziman ku debra îsal ji ber barana zêde bi derengî ketiye û got: "Rekolte kêm bûye. Îsal garis ji ber baranê dereng hat çinîn. Heta Sibatê jî garis di nav erd de mabû. Ji ber vê genim jî du mehan dereng hat çandin. Paşê jî bêyî bihar rû bide germa havînê dest pê kir. Ev yek jî bû sedem ku wê berdarî kêm be. Berê serê donim 600-700 kîlo bû, îsal 400-500 kîlo ye."    'EGER QEDEXE BI DAWÎ BIBE WÊ REWŞ BAŞ BIBE'    Oter, anî ziman ku ji rekolte û berdariyê wêdetir herî zêde biryara Wezareta Bazirganiyê tesîr li wan kiriye û got: "Wezaretê qedexeyek danî ber me. Got, 'pêşî îthalat, paşê îxracat.' Yanî eger fabrîkayên li vira bixwazin arvan îxracî Iraq û welatên din bikin, pêşî divê îthalatê bikin paşê îxracatê bikin. Berê berovajî vê bû. Ev qedexe hîn jî didome. Ji ber vê TMO'yê jî fiyet wekî hezar û 300- hezar û 350 diyar kiriye. Eger ev qedexe bi dawî bibe, wê rewş baş bibe û divê bi dawî jî bibe. Qaşo ji ber stokvanan ev qedexe danîne, lê ev yek tu tesîr lis tokvanan nekiriye."    ‘ZIRARÊ DIDE ÎSTIHDAM, PÎŞESAZÎ Û ABORIYÊ'    Oter, destnîşan kir ku ev sînordarkirin hem zirarê dide cotkariya li herêmê, hem dide pîşesaziya çandiniyê hem jî dide aboriya welêt. Oter, bilêv kir ku eger cotkar bikaribe berên xwe îxrac bike wê rewşa aboriyê jî baş bibe. Oter, anî ziman ku ji ber vê biryara navbirî li Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyî ay Mêrdînê (OSB)arvan nayê hilberandin û got: "Eger em par nehesibînin,  OSB di çar salan de salê milyar dolarek îxracat dikir. Piraniya vê jî arvan bû. Ev qedexebûyîn hem zirarê dide îstihdamê hem dide pîşesazyê hem jî dide aboriya welat. Loma em dixwazin ev qedexe bi dawî bibe. Daxwaza cotkaran, daxwaza esnaf û pîşesaziya çandiniyî ye jî."    MA / Ahmet Kanbal