Têkildarî şewata ku 5 karker mirin 2 kes hatin binçavkirin 2019-06-07 19:22:00 KOCAELÎ – Li Çayirovaya Kocaeliyê di çarçoveya lêpirsîna li dijî şewata fabrîkayê ya 5 karkeran jiyana xwe ji dest da xwediyê kar û kesê avahiyê daye kirê hatin binçavkirin. Li Navçeya Çayirovayê ya Kocaeliyê duh di fabrîkayek teksîlê de şewat derketibû û di şewatê de 5 karkeran jiyana xwe ji dest dabû û 5 karker jî birîndar bibûn. Di çarçoveya lêpirsîna li dijî şewata fabrîkayê ya 5 karkeran jiyana xwe ji dest da xwediyê kar û kesê avahiyê daye kirê hatin binçavkirin.