Kemalbay: Di 15 salên AKP'ê de 20 hezar karker mirin 2017-09-24 14:13:45   STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'e Serpil Kemalbay, di sempozyuma "Em cînayetên kar rawestînin" de diyar kir ku nêzî 150 hezar kedkarên cemaweriyê ji kar hatin avêtin û mahkûmî mirina sivîl kirin û wiha got: "Di 15 salên serdema AKP'ê de 20 hezar karker di cînayetên kar de mirin."    Komîsyona Kedê ya HDP'ê û Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO), "Sempozyuma Cînayetên Kar" pêk anîn. Li salona sempozyumê pankarta "Çiqas qeza, ne  qeder û ne jî cînayetên kar tev polîtîk in" û “Li dijî cînayetên kar wîcdan û edalet" vekirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay û nûnerên sendîkayan amade bûn. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay axaftina vekirinê ya sempozyumê kir û diyar kir ku kedkar terkî mirina sivîl kirine. Kemalbay, anî ziman ku mirovên sivîl ji aliyê SİHA ve tên kuştin û wiha got: "Di vê serdema ku SÎHA sivîlan dikujin û teskereya şer li meclîsê tê qebûlkirin cînayetên kar jî zêde bûne. Hemû cînayetên hene tev bi hev eleqeder in. Ji ber ku îtîfaqa AKP-MHP'ê Tirkiye dixe nava şer. Faşîzma li Tirkiye her diçe kûr dikin. Em hemû hêzên aştî, demokrasî û edaletê li dijî faşîzmê têkoşîna xwe bilind dikin. Tirkiye ji bo avakirina rejîma yek mirov bedelên giran dan. Di serdema îktîdara AKP'ê ya 15 salan, de nêzî 20 hezar cînayetên kar pêk hatin. Gelek cinayetên kar tên veşartin. Kesên di cînayetên kar de hatin kuştin bi qasî nifûsa bajarekî ye.    CÎNAYETÊN KAR POLÎTÎK IN   Kemalbay,  anî ziman ku yek ji pirsgirêkên Tirkiye pirsgirêkên kedê û pirsgirêkên aborî ye û wiha berdewam kir: "Siyaset  û têkoşîna demokrasiyê zêde kedê û aboriyê nake armanca xwe. Li Soma 301 karkerên kana komirê mirin. Karkerên di zikê erdê de dixebitin di şert û mercên pir giran û pir talûke de dixebitin. Karkerên bi otobusan diçin tevî ku koltukê vala hene jî li ser piyan diçin û tên. 5 km li ser piyan diçin û tên. Divê îro tişta herî zêde em li ser rawestin parastina kedê ye. Divê em qîmeta ketê baş bidin xuyakirin. Çiqas pirsgirêkên nasname, çand, ziman û dîrokê bi qîmet e, ked jî ew qas bi qîmet e. Divê ked bê parastin."    Kemalbay, anî ziman ku karkerên ji ber koçberiya bi zorê ji cih û warên xwe koç kirine û li metrepolan kar dikin rastî êrîşên lincê yên nijadperestiyê tên. AKP û MHP bi faşîzma OHAL û KHK'ê  hebûna îktîdara xwe diparêze. Di serdema OHAL'ê de zêdeyî 150 hezar kedkar ji karê xwe hat dûrxistin. Divê hêzên demokratîk bi têkoşîna çîna karkeran re torekê ava bike. Divê bêtir têkoşîna wan bilind bike û bi rêxistin bike. Divê em bi karkeran re mil bidin hev û têkşînê xurt bikin. Divê me mi her qadên kar kedê biparêzin û tekoşina karkeran xurt bikin. Em dibêjin cinayetên kar polîtîk in.    Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik jî sersaxî ji kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane xwest. Bozgeyik, anî ziman ku bi OHAL'ê cînayetên kar zêdetir bûne û wiha got: "Hêj mehek berê Serokomar bi xwe îtîraf kir û got bi OHAL’ê rê li pêş grev hatiye girtin. Bi vî rengî Mafê karkeran ê lêgerîna mafê wan ji destê wan hatiye derxistin.    Di rûniştinên din ên sempozyumê de xalên din hatin niqaşkirin.