Esnafên Çarşiya Kemeraltiyê: Hindik maye em top bavêjin 2018-11-30 09:16:45 ÎZMÎR - Esnafên Çarşiya Kemeraltiyê ya Dîrokî, anîn ziman ku ew nikarin şûna berên difiroşin dagirin. Esnafan got, hindik maye top bavêjin û ji bo rizgariyê şert e hikûmet biguhere.  Li navçeya Konak a Îzmîrê, esnafên Çarşiya Kemeraltiyê ya Dîrokî li hemberî krîzê li rê û rêbazan digerin. Esnafan, destnîşan kir ku êdî welatî nikarin tiştekî bikirin û ew jî nikarin şûna berên difiroşin dagirin.    'HETA PERGAL NEGUHERE WÊ KRÎZ DEWAM BIKE'    Candan Olçek ku amûrên diyariyî difiroşe diyar kir ku rewşa karê wê nebaş e û got: "Hin kes dibêjin krîz tune ye. Li cihê xwe rûdinên krîzê şîrove dikin, lê nayên li halê esnafan nanêrin. Halbûkî em top davêjin. Her tişt du qat biha bûye. Ger wisa dewam bike çend meh şûnde em ê dikanên xwe bigirin. Êdî nikarim heqê karkerê li cem xwe bidim. Esnafên Kemeraltiyê top davêjin. Êdî mirov nikarin tiştekî bikirin. Herkes dibêje 'ev biha ne, em nikarin bikirin.' Berê me bazinek bi 2 lîreyan dikirî û 5 lîreyan difirot, niha em bi 4 lîreyan dikirin û bi 7 lîreyan difiroşin. Berên em difiroşin em nikarin şûna wan dagirin. Heta hikûmeta neguhere wê krîz dewam bike."    Aşkin Kantar ku mifteyan çêdike anî ziman ku dikan a wî ye, lê belê rewşa wî ji ya kesên di kirê de ye xirabtir e. Kantar, diyar kir ku berê wan mifteyek bi 2 lîreyan çêdikir, lê bi 4 lîreyan çêdikin û got: "Her diçe krîz dijwartir dibe. Berê gewdeya mifteyeê bi 25 lîreyan bû, lê di nav 4 mehan de bû 50 lîre. Em bi 80 lîreyî jî gewdeyê bi cih dikin. Ev yek barê mişteriyan girant dike. Kar tune ye, çimkî di bêrîka kesî de pere tune ye."    ‘MIN 2 KARKER JI KAR DERXISTIN'    Yûsûf Arslan ku aşxaneya wî heye, diyar kir ku berê rojê 300 lîre qezenc dikir, lê niha 100 lîreyî qezenc dike. Arslan, destnîşan kir ku 3 kes li cem wî dixebitîn, lê niha kesek dixebite û got: "Tenê bila bigerin hela krîz heye tune ye. Ev ne tiştekî zehmet e. Em bang dikin dibêjin krîz heye, lê kes nabihîse. Wexta mirov êvarî diçe mala xwe li ser deynê bankeyan, heqê kirê, xercaneya zarokên xwe hûr dibe. Herkes deyndar e. Lê kes me nabihîse."