Turan: Meclîsê butçeya 16 wezîran wekî wê qebûl kir 2018-11-27 12:16:46   ENQERE – Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Turan, qebûlkirina butçeya 2019'an ku ji aliyê meclîsê ve bêyî guhertin hat erêkirin nirxand. Turan, der barê butçeya ku muxalefet wekî butçeya şer pênase dike wiha got: “Butçeya 16 wezîran amade kir meclîsê wekî wê qebûl kir. Ev nîşan dide ku meclîs dûvê Qesrê ye."    Butçeya 2019'an ku muxalefet wekî butçeya şer pênase dike, di komîsyona plan û butçeyê ya meclîsê de hat niqaşkirin û şadin meclîsê. Têkildarî butçeyê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamê Komîsyona Plan û Butçeyê Ridvan Turan, niqaşên li ser butçeyê nirxandin. Turan, anî ziman ku mirov dikare li niqaşê butçeyê binere û rewşa Tirkiye bibîne û wiha got: “Ji bo mirov rewşa welat bibine divê du tuştan bibine. Yek jê mirov li vî welatî çawa dimirin. Ya din li vî welatî butçeya dewletê çawa tê amadekirin. Mafên mirovan bi raporên xwe nîşan didin ku li vî welatî mirov çawa dimirin. Em li vir dibînin ku pêşengiya vî welatî çiye. Di vir de xuya dike ku dewlet berî cih bide gel zêdetir cih dide dewletê.    ‘BI BUTÇEYA EWLEHEYÊ MIROV DIKARE TIRKIYEK NÛ AVA BIKE'   Turan destnîşan kir ku vê plana butçeyê de tenduristî, perwerde, jin û kedkar tune ye û wiha got: “Dema em li vê butçeyê binerin em dibînîn ku qada civakî û cemaweriyê hatiye belavkirin. Her çend ji bo tenduristî û perwerdê plan hatibe kirin jî, di butçeyê wan de tu zêdekirin tune ye. Di milê başkirina xizmeta perwerdehî û civakî de tu guhertin tune ye. Em li vir dibînin ku para ji ewlehiyê re hatiye qetandin ji ya perwerde û tenduristiyê zêdetir e. Bi butçeya ku ji bo ewlehiyê hatiye qetandin mirov dikare pê Tirkiyeyek nû ava bike. Bi vê butçeye îktîdar bêtir êrişî meseleya kurd dike. Bêtir hewl dide îmha bike. Bêtir bişaftinê pêş bixe. Li Tirkiye û Rojhilata Navîn hemû planên tên kirin li dijî kurdan tê kirin. Dîsa di qada çandiniyê de dewletê destê xwe ji qada çandiniyê kişandiye. Hikûmetê çandiniya Tirkiye pêşkêşî bazara dewletên navneteweyî kiriye."    Turan, destnîşaın kir ku di Butçeya Wezareta Karên Xebatê de jî ji bo karker û kedkaran butçe nehatiye qetandin û wiha got: "Hêzên serdest ji bo serdestiya xwe biparêzin, di butçeyê de nîşan dan. Di butçeyê de mafê bindest û jaran tune ye. Mafê karker, û kedkaran tune ye. Jin, ciwan, tenduristî û perwerdehî tune ye. AKP'ê li gorî xwe butçeyek ava kiriye. Qesrê dosya xistine bin çendgê wezîr û wekilên AKP’ê û xwestine bitçeyê amade bikin. Wektîl û wezîrên komîsyonê jî bi awayekî formalite tev geriya ne. 16 wezîran li ser butçeyê niqaş kirin. Ji serî heta binî xalek jî nehat guhertin. Ev nîşan dide ku Meclîs dûvê Qesrê ye.   Turan, destnîşan  kir ku ÎYÎ Partî ji îktidarê zêdetir muxalefetiya HDP’ê dike û wiha bi dawî kir: "CHP jî talî dimine. CHP di vî milî de pir kêm dimîne.    BATRON Û 300 MIROVEN WÎ HENE   Di hevdîtin û niqaşên Butçeyê de wezîr bêtir karsaz û patron in. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bi 300 parazvanên xwe hat meclîsê. Li vî welatî 2 krîzên bi kok hene. Yek jê meseleya kurd  e. Ya din modela daneheva şaş a sermayeyê ye.  Patron û 300 zilamên wî hene."      MA / Selman Guzelyuz