Endama Konseya Navendî Gungor: Dixwazin TTB'ê pûç bikin 2018-11-13 10:19:43 ENQERE - Endama Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Selma Gungor, têkildarî pêşnûme-qanûna tenduristiyê diyar kir ku ev guhertin dê derbeyek mezin li hekîman bixe û wiha got: "Bi xala 11'emîn a pêşnûmeyê dixwazin TTB'ê pûç û bêtesîr bikin. Ji serî de em li dijî vê guhertinê derketin. Em dê dîsa li dijî vê guhertinê derkevin û têkoşîna xwe bilind bikin."    Pêşnûme-Qanûna torbe ya "Astengkirina Tundiyê ya di Tenduristiyê de" ku AKP'ê pêşkêşî meclîsê kir, dê îro li Lijneya Giştî ya Meclîsê bê niqaşkirin. Tevî hemû nerazîbûn û bertekên hêzên muxalif dîsa pêşnûme di komîsyonên tenduristî, malbat, xebat û karên civikî re derbas bû û hat erêkirin. Bi vê guhertina pêşnûmeqanûnê ya xala 5'an, dê hekîmên bi KHK'ê hatin îxrackirin ji kar û peywirê bêpar bên hiştin. Li gel hemû çalakî û nerazîbûnên rêxistinên tenduristiyê dîsa peşnûme di komîsyonan re derbas kirin û îro dê li meclîsê niqaş bikin. Li gel rêxistinên civakî CHP û HDP jî li dijî pêşnûmayê bertekên xwe anîn ziman.    Bi vê pêşnûmayê bijîşkên hatin îxrackirin û peymana wan bi Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) re peyman îmze kirine dê bi xala 5'emîn, 11'emîn û 21'emîn erk û peywira wan bê asteng kirin û nikaribin kar bikin. Dîsa bi xala 11'emîn dixwazin TTB'ê bê tesîr bikin. Endama Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Selma Gungor, têkildarî pêşnûme-qanûna tenduristiyê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û diyar kir ku ev guhertin dê derbeyek mezin li hekîman bixe û wiha got: "Bi xala 11'emîn a pêşnûmeyê dixwazin TTB'ê pûç û bêtesîr bikin. Ji serî de em li dijî vê guhertinê derketin. Em dê dîsa li dijî vê guhertinê derkevin û têkoşîna xwe bilind bikin."    Gungor, erk û venêrtina TTB'ê heye ku hekîm karê duyemîn erê bike. Lê bi vê xala 11'emîn dixwazin vê erka TTB'ê ji destê wê bigirin û wê pûç û bêtesîr bikin û wiha axivî: "Sedema vê guhertinê jî destûra hekîmên diranan û xizmeten civakî ku wezaret destûrê dide nîşan didin. Lê wezaret li rewşa pisporî, dîplomaya hekîmtî û sertifika wan dinere. Ji ber vê yekê venêrtinek şeklî heye. Lê em TTB dema karê duyemîn didin hekîman em lêkolîn  dikin. Em dibêjin cihê karê berê dê bê rawestandin ya na? Astengî dê derkevin ya na? Em hesabê her tiştî dikin û piştre karê duyemîn didin hekîman. Em wekî TTB'ê dema em karê duyemîn didin hekîman, em dixwazin têkiliya di nava hekîman de xurt bikin û bêtir xizmeta civakî bidin civakê û gel.    ARMANC TTB YE   Gungor, destnîşan kir ku bi vê guhertinê armanc dikin ku TTB'ê li dervê qadê bihêlin û wê bêtesîr û pûç bikin. Karsaz ji bo hekîman li nexweşxaneyên cuda bidin xebitandin destûr dixwaze. Dixwaze erkê têxe destê xwe û TTB'ê li dervê kontrolê bihêle. Bi vê xalê dixwaze keda hekîman erzan bike û li şûna pêdivî û daxwaza gel a tenduristiyê, armanc dikin ku hekîman têxin xizmeta karsazan."     7 HEZAR HEKÎM CEZA DIKIN   Gungor, daxuyand ku tu eleqeya xala 21'emîn a TTB dixwaze û xala pêşnûmayê bi hev tune ye û wiha lê zêde kir: "Dema pêşnûme qanûn anîn rojevê, gotin 'Ji bo çareseriya li dijî tundiya di qada tenduristiyê de qanûnê tînin'. Ewil em kêfxweş bûn. Lê piştre me dît ku rastiya wê ne ev e. Piştî ku me li xalên din nerî, me rastiya wê dît. Dixwazin bi vê firsendê 7 hezar hekîm ceza bikin. Di şexsê hekîman de dixwazin hemû civakê ceza bike. Em berê li dijî vê pûşnûmeyê derketin. Em dê dîsa li dijî wê deng û têkoşîna xwe bilind bikin."    MA / Diren Yurtsever