Karkerên fabrîqeya Enez dest bi grevê kirin 2018-11-06 12:23:31   EDÎRNE - Karkerên li ser hevpeymana karê komî ya fabrîqeya Kankeriya Mînarel AMCOL a Enez li hev nekirin, dest bi grevê kirin.    Li navçeya Enez a Edîrneyê, karkerên li ser hevpeymana karê komî ya San. û Tic. A.Ş. a Kanderiya Mînarel AMCOL a Enez li hev nekirin duh li ber fabriqeyê dest bi çalakiya grevê kirin. Parlamenterê CHP’ê yê Edîrne Doç. Dr. Okan Gaytancioglu û gelek nûnerên sazî û partiyan beşdarî çalakiyê bûn.    Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Kanê yê Tirkiyeyê Tamer Kuçkgencay, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Bi kardêran re ji bo hevpeyma komî 3 serdemên me hene. Me li ser mafên xwe yên civakî li hev kiribû. Lê bi zedebûna mûçeyê asgarî re, dîsan mûçeyên me nehatin zêde kirin. Hevalên me jî bi awayekê maf dar êdî naxwazin bi 1604 TL’an bi xebitin. Kardêr ji bo pereyê karkeran zêde neke li ber xwe dide, lê karker jî tenê mafê xwe dixwazin. Liv ê derê 85 hevalên me hene. Hemû jî bi biryarin. Di serê yek ji wan de pirsnîşanek tuneye. Armanca me ne ewe ku em kesekê xirab nîşan bidin. Em tenê dixwazin mafê karkerên xwe bigirin. Heya ku mafê karkeran neyê dayîn emê greva xwe berdewam bikin.”   Nûnerê Karkeran Muammer Akça jî, bertek nîşanî kardêran da û wiha bilêv kir: “Heya roja îro me hemû keda xwe ji bo vê fabrîqeyek xerç kir.  Em şev û rojên xwe kirin yek. Ma mafê keda xwe xwestin sûce? Her tim ji me re gotin ger kar mezin bibe, dê heqê keda wan jî mezin bibe. Lê mixabin kar mezin bû, hîna jî mûçeyên me eyniye. Me gelek ked ji bo vê fabrîqeyê da. Êdî em heqê keda xwe dixwazin.”