Fabrîkayên veguherînê jî yeko yeko top davêjin 2018-10-30 09:21:34 EDENE - Fabrîkayê veguherînê, ji ber krîza aborî tên girtin. Li Edeneyê Ramazan Alkanê ku karê veguherînê dike got: "Li Dîlokê 10 fabrîke hatin girtin." Alî Ozberk jî destnîşan kir ku, pêdiviya wan bi desteka dewletê heye.  Li Edeneyê fabrîkayên veguherînê yên li Sîteya Pîşesaziyê ya Yenî metalê, ji ber krîza aborî nikarin kar bikin. Xwediyê Fabrîkaya Plastîkê ya Alkanlarê Ramazan Alkan, anî ziman ku di destê kesên vî karî dikin de pere tune ye û nikarin kar bikin.    'KREDÎ ZÊDE NE'    Alkan, bilêv kir ku fabrîkayên mezin ên bi wan re dixebitin, ji ber ku nikarin krediyê ji bankeyan bistînin pereyê wan jî nadin wan, loma êdî karê wan jî sekiniye. Alkan, destnîşan kir ku faîzên bankeyan pir zêde ne. Alkan, diyar kir ku berî dolar zêde bibe kîloya plastîkê bi lîreyekê bû, lê niha ew bi 2 lîreyan ji berhevkaran dikirin û got: "Em plastîkan bi 2 lîre û nîvan difiroşin. Ji ber krîza abor, fabrîkayên mezin ên em bi wan re dixebitin ji ber nikarin krediyê bikişînin pereyê me jî nadin. Em jî nikarin pere bikişînin. Em plastîkan pres dikin û ji fabrîkayan re dişînin. Lê fabrîke nikarin pereyan bidin."    ‘REWŞA SEKTORA HESIN Û KAXEZAN JÎ HEMAN TIŞT E'    Alkan, anî ziman ku niha piranî penaberên sûriyeyî bermayiyan berhev dikin û got: "Rojê 10-15 wesayîtên ji me re tên û ev teqabulî 10 ton plastîk dike û şûşeyan dike. Rewşa kesên demir û kaxezan berhev dikin jî heman rewş e. Em nikarin pere bistînin. Ji ber em nikarin bistînin, ev yek tesîrê li berhevkaran jî dike."    ‘10 FABRÎKE TOP AVÊTIN'    Alkan, destnîşan kir ku di vê sektorê de gelek fîrma top avêtine û got: "Berên ku me berhev dikirin me ji fabrîkayên li Edene, Afyon û Dîlokê re dişandin. Piştî krîza aborî li van bajaran gelek fabrîke karên xwe rawestandin an jî top avêtin. Mesela, li Dîlokê 10 fîrmayên mezin ên berhevkariyê top avêtin. Gelekan jê jî karê xwe rawestand."    Xwediyê Fabrîkaya Ozberkê Alî Ozberk jî, bal kişand ser zêdebûna faîzan û zor û zehmetiyên banke didin ber wan û got: "Em nikarin kredisyê bikişînin. Ji ber vê em nikarin baş bixebitin. Divê kredî bên kêmkirin. Divê dewlet destekê bide me, da em jî karibin bixebitin. Pêdiviya me bi destekê heye."    MA / Ergin Çaglar