Esnafên Ataşehîrê: Hindik maye em top bavêjin 2018-10-19 09:18:59 STENBOL - Esnafên Ataşehîrê diyar kirin ku ji ber zeman ew nikarin heqê fatûreyên xwe û kirêyên xwe bidin û gotin: "WIsa dewam bike em ê top bavêjin."  Ji ber krîza aborî her diçe esnaf zêdetir dixisirin û nikarin çerxê bigerînin. Esnafên Taxa Yenîyol ên Ataşehîrê, diyar kirin ku pirî caran bêyî siftehê bikin ew berê xwe didin malê û hindik maye top bavêjin.   Yûsûf Kara ku tûtinê difiroşe got: "Êdî em nikarin heqê kirê, fatûreyên av û ceryanê bidin. Meaşê teqawidbûyînê bi qasî meaşê kêmtirîn e. 4 zarokên min hene. Yanî em nikarin bi meaşê teqawidbûyînê zarokên xwe bidin xwendin û debara malê bikin. Bi ser vî halî de jî her roj zem çêdibin." Kara, diyar kir ku di van şert û mercan de mirov nikare bif irotina tûtinê debara xwe bike û ancax ew dikarin bi derameteke 5-6 hezarî di asteke kêm de debara xwe bikin.    ‘EM Ê TOP BAVÊJIN'    Bîrsen Taşkiran ku kuaforiyê dike got: "Hûn dibînin eywana me vikî vala ye. Mişteriyên min ên heftê carekê dihatin niha mehê carekê tên. Ji ber zeman mirov nikarin bên. Ev yek tesîrê li me dike." Taşkiran, destnîşan kir ku êdî ew nikarin heqê mesrefên xwe jî derxin û got: "Bi awayekî zêde av û ceryan biha bûye. Ji ber ku em nikarin di wextê de heqê wan bidin ceza tê birîn. her wiha ji bilî fatûreyan malzemeyên em dikirin jî pir biha bûne. Mazlzemeyên ku berê me bi 200 lîreyî dikiî niha bûye 400 lîre. Ger wisa dewam bike ez ê top bavêjim."    Kuaforê mêrên Azmî Tûlûnay jî got: "Ji ber polîtîkayên hikûmetê tu qîmeta pereyê di bêrîkê de nemaye. Lê hîn jî gel ji vê hikûmetê re li çepikan dixe. Li tu deverê cîhanê tiştekî wisa nehatiye dîtin."   ‘JI MECBÛRÎ EZ Ê BIGIRIM'    Qesab Huseyîn çelîk jî anî ziman ku welatî êdî nikarin goşt bikirin û got: "Hema bêje karê me ji sedî 60 kêm bû. Tebeqên plastîk ên me bi 18 lîreyan dikirî, niha bûne 49 lîre. Kîsik biha bûn. Elektrîk biha bû. Niha em nikarin kirêya xwe jî bidin. Mirov tên bi 5-10 lîreyan qîme dikirin. rewşa me qet nebaş e, ji sibehê heta êvarî em li vira rûdinên. Min dikanek xwe girt. Ger wisa dewam bike ez ê vê dikanê jî bigirim. Berê 10 kes li vir dixebitîn, niha bi tenê dixebitim. Yanî rewş qet nebaş e."    ‘EV KÊLIYÊN ME YÊN DAWÎ NE'    Rahmî Çelîkê ku aşxaneya wî heye jî, bilêv kir ku bi zêdebûna dolar ew mecbûr mane ji hemû şûbeyên xwe 4-5 karkeran ji kar derxin û got: "Her tişt biha bû. Porsiyoneke xwarin û vexwarina li ber 30-40 lîre ye. Loma kes naxwe. Herkes ketiye etra debara xwe. Ma ê mirov heqê kirê, heqê fatûreyan bidin an ê xwe têr bikin. Loma nikarin li derve xwarinê bixwin. Ev kêliyên me yên dawî ne."    ‘ÎKTÎDAR MIROVAN DIXAPÎNE'    Cahît Kolçakê teqawidbûyî jî diyar kir ku bi zor û heft bela debara xwe dikin û got: "Xaniyê min ne bikirê ye, lê dîsa jî nikarim debara xwe bikim. EM nikarin daxilî tu çalakiyeke civakiyî jî bibin. Em rojane dijîn. Tu kes ji vê rewşê ne razî ye, lê dîsa jî tiştekî nayîne ser îktîdara siyasî. Li vî welatî alîgirî heye. Dibêjin tu tişt nehatiye zemkirin. Derew e. Du meh in em nan bi fiyetê zemkirî dikirin. Gaza xwezayî, ceryan û av zemxwarin. Kes vê yekê nabîne. Çimkî mirovan tim dixapînin."    MA / Servet Karaduman