Rezên li Licê hişk dibin, êdî karê ser mehseran jî ne wekî berê ye 2018-10-11 09:09:29 AMED -  Li Licê ku tim qedexeya derketina derve tê îlankirin, pevçûn, operasyon û bombeberan pêk tên piraniya rezan hişk bûn, lê ên hişk nebûn jî berdariya wan kêm bûye. Li navçeyê berê wextê ser mehsera nêzî mehekê dewam dikir, lê niha di rojekê an jî du rojan de karê ser mehsera diqede.  Li Licêya Amedê ji sala 2015'an ve hema bêje tu deverên bejahiya navçeyê nema ye ku operasyonên leşkerî, boêbeberan lê pêk nehatibin û qedexeyên derketina derve nehatibin îlankirin. Ji ber van pêkanînan hema bêje saleke şêniyên navçeyê tu tiştî ji rezên xwe bi dest naxin. Piraniya rezan hişk bûye û ên hişk nebûne jî berdariya wan kêm bûye.   Piraniya welatiyan ji bo rezaên xwe diçin gundan. Hin welatiyên li gund û mezrikan dijîn, tenê ji bo rezên xwe diçin û tên. Yek ji van gundên ku berdariya rezên wê kêm bûye jî Gundê Huseynîka ye. Bi awayekî aşkere tê dîtin ku piraniya rezên li gund hişk bûne. Ji rezên ku berê nêzî 20 sîtil şîre bi dest dike, niha ancax sîtilek şîre bi dest dikeve. Her wiha karên ser mehseran berê 10-15 rojan dewam dikir, lê niha di rojekê an jî du rojan de diqede. Xwediyên rezan berdariya salên berê û 3 salên dawî berawirdî hevdu dikin û dibêjin pir kêm bûye. Lê belê gundî diyar dikin ku çi dibe bila bibe ew ê tu carî dev ji rezên xwe bernedin.    '3 SAL IN BERDARÎ PIR KÊM BÛYE'    Nadîre Haran, anî ziman li gor berê berdariya îsal pir kêm bûye. Haran, diyar kir ku herî zêde jin li nav rezan dixebitin û bi tiriyên ku berhev dikin bastêq, benî û dimsê çêdikin. Lê belê Haran anî ziman ku îsal wan xweşikî tiştek bi dest nexistiye û tenê sîtilek dims ji rezê wan derketiye. Haran, got 3 sal in berdariya rezên wan pir kêm bûye.    'JI DERMANAN BÊHNA BARÛDÊ TÊ'    Hanîfî Haran jî got: "Qaşo îsal em ji bo tirî hatin, lê tirî tune ye ku em berhev bikin. Ji bo xwarinê jî tune ye." Haran, diyar kir ku hin welatî ji bo li rewşa rezên xwe binerin tirî ji bo lêkolînê şandine û got: "Lê encam neyînî bûn. Lê em nizanin ji ber çî ye. Lê hat gotin ji ber dermana ye. Lê em nizanin ji ber kîjan dermana ye. Li gorî encamên tehlîlan, di nav di nav dermanan de bêhna barûdê hebûye. Ew derman zirarê didin fêkiyan."    Vedat Haran jî, diyar kir ku tiriyên berhev dikin tînin dixin hewdik û li wir bi lingan diesirînin. Haran, anî ziman ku paşê şîreya ku ji tirî dertê dixin sîtilan û li ser agir dikelînin, ji bo baş çêbibe û dims zelal bibe kevirê kilsê davêjin nav şîreyê.    BERÊ KAR NÊZÎ MEHEKÊ BÛ NIHA 2 ROJ E    Kamûran Haran jî anî ziman ew sibehê zû dest bi kar dikin û ji bo beniyan çêbikin şîreyê nêzî 4 saetan li ser agir dikelînin û heta baş bikele ew li hev dixin. Haran, diyar kir ku piştî hewdel baş çêdibe ew benik têra dikin û benî çêdibin.    Haran, bilêv kir ku ev çend sal e berdariya rezên wan kêm bûye. Haran anî ziman ku berê karê wan ê ser mehsera nêzî mehekê dewam dikir, lê belê niha di rojekê an jî du rojan de diqede.    MA / Mehmet Şah Oruç