Bi hezaran karkerên camê ji mafê xwe ji Lûleburgazê meşiyan Stenbolê 2018-10-02 22:39:00   STENBOL - Bi hezaran karkerên  Şişecamê yên fabrîya  Paşabahçe ya Kirklareli bi armanca şert û mercên kar şermezar bikin ji lulebûrgazê meşiyan Stenbolê.    Li ser banga Platforma Ked û Demokrasiyê ya Luleburgazê bi hezaran karkerên camê yên Şîcemê yên fabîqeya Paşabahçe bi dirûşmeya “Dê şartêl dakevin û 90 karker vegerin" meşiyan. Çalakiya 91 karkerên ku jikar hatine avêtin jî didome. Karkerên ku li qada Kongre kom bûn, ligel malbatên xwe meşiyan Şaxa Kristal-İşê. Serokê Kristal-İşê Bilal Çetintaş jî tev li çalakiyê bû. Çetîntaş, xwest patronên Şişecamê karkerên ji kar avêtine dîsa li karê wan vegerîne.