Karkerekî ji ber krîza Aborî dawî li jiyana xwe anî 3 kes jî bi cînayetên kar jiyana xwe ji dest dan Di 8 mehan de Hezar û 290 karkeran jiyanaxwe ji dest dan 2018-09-26 21:04:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Di rojek dawî de karkereki ji ber krîza aborî dawî li jiyana xwe anî û 3 kesan jî di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.    Li gorî dane û parvekirinên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) di rojek dawî de karkerekî ji ber krîza aborî jiyana xwe ji dest da û 3 kesan jî di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên ÎSÎGM'ê kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:    Li Dursunbey a Balikesirê karkera Madena Manganê Fatma Çoban (35) di bin maşîna kar de ma û jiyana xwe ji dest da. Li Çanakkale Karkerê 41 salî Ramazan Kavalci, esnaf û karkerê elektirê bû, ji ber deyndar bû û nekarîbû deynê xwe bide ji hevalên xwe re got "Xwarina ez bibim malê tune" û dawî li jiyana xwe anî. Di beriya wî de deftera deynan derket.    Karkerê 47 salî Haydar Çelîk li Vakifbekîrê ya Trabzonê ostayê înşaetê bû. Ji qatê 4'an ket û jiyana xwe ji dest da. Zarokê 4 salî Yusuf Aslan dema li kolanê dilîst ji înşaetê beton bi ser wî de ket û duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Li gorî daneyên ÎSÎG'ê daneyên 8 mehên dawî wiha ne: 0   Di meha Çile:144, Sibatn; 128, Adar; 129, Nîsan; 189, Gulan: 169, Hezîran; 151, Tîrmeh; 200 û meha Tebaxê de 180 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Bi giştî di 8 mehên 2018'an de herî kêm 1290 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.