Li Rihayê ji ber bêterxaniyê xizmeta rêyan hatin rawestandin 2018-09-26 12:16:38   RIHA - Li Rihayê, ji ber bê terxaniyê xebatên çêkirin û sererastkirina rêyan hatin rawestandin. Midûryeta Giştî ya Rêbejahiyan, diyar kir ku ev pirsgirêk li tevahiya Tirkiyeyê tê jiyîn.    Ji ber krîza aborî, tedbîrên teserûfê yên di qadên cemawerî de hatin zêdekirin. Li Rihayê vê yekê bandorek mezin li projeya rê ya Şarederiya Bajarê Mezin û Midûryeta Giştî ya Rêbejahiyan kir û da rawestandin. Di rojên derbas bûyî de, piştî rawestandina projeya Xaçerêya Pira Karakoprû ya li ser rêya Riha û Amedê, vê carê jî, projeya Rêyaderdora Bakurê Rojava bi gumana terxana ku divê bigirin nayê dayîn, fîrmayê karê xwe rawestand.     HEMÛ PLANSAZÎ ÎPTAN KIRIN    Me rawestandina çêkirina rêyan ji rayedarên Midûriyeta Giştî ya Rêbejahiyan pirsî û wan jî got: “Ev pirsgirêk tenê li Rihayê nayê jiyîn, li tevahiya Tirkiyeyê ev pirsgirêk tê jiyîn.”