Ocalan: Tekane çavkaniya krîzê kapîtalîzm e 2018-09-06 09:19:32   STENBOL – Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di parêznameya xwe de bal dikişîne ser têkiliya pêkhatin û qedandina krîzên aborî û wiha kapîtalîzê rexne dike: "Di dîrokê de tişta ku tu şerî û felaketên xwezayî neaniye serê civaka mirovan kapîtalîzmê bi awayê aboriyê aniye serê civaka mirovan."    Rewşa aboriyê her diçe xerabtir dibe û her wiha nêzîkatiya ji bo pirsgirêkê û pêşniyarên çareserkirinê jî pir tên axaftin. Hikûmet, "hêzên derve" wekî sedema krîzê nîşan dide.    'KAPÎTALÎZM DERÎ ABORIYÊ YE'    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di pirtûka xwe ya bi navê Şaristaniya Kapîtalîst de bi awayekî zêde bal dikişîne ser têkiliya di navbera kapîtalîzm û aboriyê de. Ocalan destnîşan dike ku kapîtalîzm tenê ne aborî ye û di asasê xwe de dijî aboriyê ye. Ocalan vê teza xwe pêşî bi krîzên aborî ve xurt dike û dibêje: "Tenê îzahiyateke krîzên aborî heye, ew jî ew e ku kapîtalîzm dijminê aboriyê ye û dijberiya wê di nasnameya wê de veşariye. Carinan pênaseyeke ku tê gotin ji ber hilberîna zêde pêk tê, tê kirin. Li hêlekê dê piraniya cîhanê ji birçîna bimire, li hêla din jî dê behsa hilberîna zêde bê kirin! Dijberiya kapîtalîzmê ya ji bo aboriyê herî zêde di van buhranên ku bi zanebûnî tên kirin derdikeve holê. Sedema wê jî zelal e: Kara monopol e. Para ku ji hêzên kedkar ên hilberîner re dikeve, qaşo dema têra wan nake buhran derdikevin holê. A rast tê derxistin. Di vê rewşê de kîjan keşeyê sexte an jî aborîst bi hawariyê ve diçe? John Maynard Keynes! Çi dibêje? Bila xercaneya dewletê bê zêdekirin! Çawa? Bi zêdekirina hêza kedkaran! Lîstik bi qirêjiya xwe çawa derdikeve holê? Dê ji hêlekê ve bêrîkeke xwe vala bikî, li hêla din jî tu yê bêrîka xwe tije bikî! Bi awayekî aşkere ev mirin e û hemû civakên derî şaristaniyê bi sitmayê dixe. Aşkere ye ku di vir de em bi têkiliyeke polîtîk re rû bi rû ne. Dema li hemberî şaristaniyê tê xwestin çalakiya hêzên demokratîk bê tepisandin, ev hêzê pêşî birçî tên hiştin. Paşê lavahiyan pê didin kirin û paşê tên têrkirin. Em bi taktîkên şer ên herî kevn re rû bi rû ne: Eger tu dixwazî gelekî, bajarekî teslîm bigirî, divêt u pêşî wan dorpêç bikî û birçî bihêlî! Paşê bi beramberiya teslîmbûnê tu wan têr dikî!"    Ocalan destnîşan dike ku di kapîtalîzmê de betalî û dijminahiyeke zêde ya ji bo aboriyê heye û dibêje: "Kapîtalîzm wekî sîstem, ji bo ji zêdebariyê qezenceke zêde bi dest bixe tim artêşeke betalan dixe dewrê, eger tune be jî diafirîne. Betalî pêvajoyeke ku biz anebûnî tê afirandin. Heywan û nebatên ji rêzê jî bi kêr tên, lê heyîneke wekî mirov çawa betal tê hiştin û tê bêkêrkirin? Mînak; ma moriyeke betal heye? Eger morî jî ne betal be, çawa çêdibe ku heyîneke wek mirov betal dimîne? Di gerdûnê de cihê betaliyê tune ye. Ancax wekî bereke zekaya analîtîk, weke çalakiyeke wehşî ya jiyana civakî betalî bi awayekî çêker tê afirandin û zîndekirin. Tu qewimîn wekî betaliyê, dijminatiya pergala kapîtalîst ya ji bo jiyana aborî nade der. Di pergala firewnê ku em wî bi tund rexne dikin de jî cihê 'koleyê betal' tune ye. Çawa ku firewneke betal tune be, wekî têgeh mirov nikare li koleyekî betal jî bifikere. Tim û tim kar û barekî kole û nirxeke wî hebûye. Tenê di kapîtalîzmê de betalî û dijminahiyeke zêde ya ji bo aboriyê heye."    MA / Yasin Kobulan