Ji ber ku karê înşeatê talûke ye dev jê berda firin vekir 2018-08-21 09:04:57   COLEMÊRG - Cafer Tatliyê ku bi salan di sektora înşeatê de xebitî, piştî di vê sektorê de cinayetên karî zêde bûn vegeriya gund û tevî malbata xwe firin vekir. Niha Tatli nan dişîne Stenbol, Enqere, Îzmîr û gelek bajarên din.    Cafer Tatliyê ku bi salan di sektora înşeatê de xebitî, ji ber ku di vê sektorê de cinayetên karî zêde ne vegeriya Gevera Colemêrgê û firina bi tendûr vekir. Tatli û hevjîna wî Adîle Tatli li Taxa Yeşîldereyê xaniyê xwe yê mistaqil kirin firin. Malbata Tatli 9 meh e vî karî dike û niha nan dişîne gelek bajaran.    Cafer Tatli, diyar kir ku di sektora îneşatê de ewlehî tune ye û got: "Dema em dixebitîn her roj em bi mirinê re rû bi rû diman. Tu ewlehiya me tune bû. Em zêde dixebitîn, lê hin kesên din zêde pere qezenc dikirin. Loma min dev jê berda û dest bi vî karî kir. Niha hem li cem malbata xwe me hem jî karê xwe dikim. Xebata li welatê xwe ji her tiştî çêtir e. Her wiha di warê av û kirê de jî avantaja me zêde ye. Em kirê nadin. Eger em li cihekî din bixebitiyana me yê heqê kirê bidana. Lê niha me bi keda xwe mala xwe kir firin. Em bi kargoyê nan dişînin Stenbol, Eqere, Wan, Cizîr û Tetwanê. Her wiha ji deverên din jî gelek kes dixwazin."    Adîle Tatli ku tevî hevjînê xwe nan çêdike, bilêv kir ku ew ji karê xwe hez dikin û got: "Berê hevjînê min di înşeatê de dixebitî. Dema me di televîzyonan de her roj cinayetên karî dibihîst, me digot gelo ew e. Karê înşeatê karekî zehmet e û talûke ye. Loma min û hevjînê xwe dest bi karekî wisa kir. Em bi awayekî kolektîf dixebitin. Ev kar ji bo min jî baş bû. Her wiha li Geverê 'jiholêrakirina profîla jina malê' bû firsendek. Jin di hemû qadên jiyanê de xwe nîşan didin. Em du jin li vira dixebitin û niha aboriya me di dest me de ye."    Gulcan Tatli ku ew jî di firinê de dixebite, bilêv kir ku ji bo ew alîkariya malbata xwe bike dixebite. Tatli, anî ziman ku berê ew li malê rûdiniştin, lê niha dixebite û alîkariya malbata xwe dike. Tatli got: "Mirov dikarin her tiştî bikin. Dema jin aboriya xw ebi dets bixe bi kêrî wê tê. Hevjînê min bi tenê dixebitî, lê me nikaribû debara xwe bike. Deynên me hebûn. Lê niha em herdu jî dixebitin."